Dewleta DAIŞê ava bûye!

Di serî de dewleta tirk, hema hema hemû dewletên hegemon û nîv hegemon piraniya dewletên cîhanê, piştgirî dan vê saziya HTŞê ya kujer û talanker a Colanî. Cil û bergên wî yên cîhadist jêkirin û rihê wî hinek kurt kirin, şûna wan bi cil û bergên modern, li gel takim pantolon û sako, kravat jî lê siwar kirin!

1 deqe xwendin
Dewleta DAIŞê ava bûye!

Bila êdî kes derewa neke, kesî xeşîm nebîne, ne xwe û ne jî kesên din bixapîne, dewleta DAIŞê li Şamê hatiye avakirin û bi karê xwe bêrawestan dide meşandin. Her çendîn navê xwe kiribe HTŞ û navê serokê xwe jî kiribe Ahmet Şara, na xêr navê rêxistina wan DAIŞ e û navê serokê wê jî, cîgirê Ebûbekir Bexdadî yê serokê DAIŞê Mihemed Colanî ye. 

Erê dibe ku hinek bêjin, di nava vê rêxistina cîhadîst û selefîst de gelek komên din ên kujer û qirker hene; weke El Nûsra, El Qaîde, Hemşat, Hemcad û hwd. mîna boxçika sed pîneyî, kijan mirovkuj li kuderê cîhanê hebûn, hemû anîn li serê Tevgera Azadiya Kurdistanê kirin bela.

Îca ya ji vêya sosretir heye, ew jî; di serî de dewleta tirk, hema hema hemû dewletên hegemon û nîv hegemon piraniya dewletên cîhanê, piştgirî dan vê saziya HTŞê ya kujer û talanker a Colanî. Cil û bergên wî yên cîhadist jêkirin û rihê wî hinek kurt kirin, şûna wan bi cil û bergên modern, li gel takim pantolon û sako, kravat jî lê siwar kirin!

Bi guhestina şeklûşemala wî û bi nûkirina cil û bergên wî re, xwestin ji raya giştî ya cîhanê re bidin xuyakirin ku ev mirov û koma wî hatiye guhertin, bûye modern. Heke şerm nekirina wê bigotana bûye demokrat jî. Lê temenê senaryoya vê projeyê zêde nekişand, kiryarên wan ên qirêj û gemar, cewherê naveroka wan a mirovkuj, kurdkuj, talanker û wêranker gav bi gav derket holê û êdî wechê wan ê rûreş jî li pey hev hat dîtin.

Ya ji vêya jî xerabtir hebûn; van aliyên ku ev sazî û serok û rêveberên wan parastin, ne bi tenê bejnûbalên wan neqişand û xemilandin, belê bi gotin û pêşewaziyên li wan dikir û him diçin Şamê ev ‘zatên muhterem’ ziyaret dikirin û him jî ew vedixwendin welatên xwe, ew bi pêşewaziyên herî dewlememend ên protokola dewletê ya fermî hembêz dikirin. 

Belê, li pey êrişên hovane yên ser durzî û elewiyên Beravê di van êrişên wan ên vê dawiyê ku birin ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, êdî bi temamî rûyên wan ê reş û zihniyeta nava wan a qirêj-xwînrij, bi tevayî derket holê.

Êdî rût û tazî bi hemû jiyana xwe ya xwînxar û kedxwar, wan bi kiryarên xwe yên dijî mirovahiyê raxistin ber çavan. Heke ji pîvanên mirovahiyê, qasî misqalekî wijdan û exlaq li ba van rayedarên cîhanê mabe, divê êdî destên xwe bikişînin ji piştgriya vê koma HTŞê û komikên din ên di boxçika wan de ne.

Herwiha, piştî ewqas kiryarên qirkerî Colanî, weke ku karekî pir baş kiribe pesnê xwe dide û spasiyê xwe dişîne yên destek danê van êrişên wî yên qirker. Divê van dewlet û aliyên piştgirî dane Colanî bersiva vê spasdariya wî bidin!

Bêguman, pêşengtiya van êrişên dawî jî û yên despêkê yên berê jî, dewleta tirk dike; jixwe Hakan Fidan, Yaşar Guler û Îbrahim Kalin, ne weke aligir belê weke milîtanên vê rêveberiyê û vê tevgera cîhadîst a kujer, talanker û dagirker a DAIŞê ya Colanî ya li Şamê dixebitin.

Ji bo HSDê dibêjin hêzên biyanî! Hey bêwijdan û derewîn, heke hêzên biyanî hebin ku hene û serkêşiya tevan jî hûn bixwe dikin, lê belê HSD ne biyanî ye, ew hêzên xwecih ên welatê Sûriyeyê ne, êdî vêya baş di serên xwe de bicih bikin!

Di encamê de, ew hêzên xwedan û xwecihên wê xakêne, wê ji wir dernakevin, jixwe raya giştî jî dibînin ku bi çi qehremaniya bilind ji bo parastina welatên xwe berxwedidin, belê yên ji wê xaka pîroz derkevin hûn in!  

Ew derewên hûn li wan dikin û dibêjin, ‘vana cudaxwazin, şerxwazin, aştiyê naxwazin, peymana 10 Adarê pêknaynin’ hwd. Van tohmet û gunehbariyên hûn li wan dikin, ev hemû xislet û xerabiyên we ne. Wan bi hezar caran gotiye û niha jî her roj dibêjin; ‘em ne cudaxwaz in, ne şerxwaz in, belê em jiyana bi hev re ya li Sûriyeya demokrat û aştiya bi rûmet dixwazin’.

Peymana 10ê Adarê, lê Nîsanê û 4ê Çile jî, yê ku naxwaze pêkbê û astenga dixe pêş van peymanan hûn in. Hema ka em bala xwe bidin, ya herî dawî ku li Şamê di 4ê çile de pêkhat; amarên şênber hene ku şandeya HSDê û HTŞê li hev kiribûn, dikin lihevhatinê îmze bikin, wezîr Şeybanî birakê Fidan dikeve hundir û civînê radiwestine, dibêje ‘bila bimîne heta 7-8ê vê mehê’!

Heman asteng û bi heman armancê Fidan destdirêjî civîna şandeyên Şamê û Îsrailê ya li Parisê ya 6ê çileya 2026an jî dike. Ji bo çi van civînan ewqas giring in? Ji ber ku di encama helwesta serwer a xerab a di van civînan de hat meşandin de, êrişên di 6ê çileya 2026an de yên ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêkhatin û xwediyê vê helwesta şerxwaz û astengkar a dewleta tirk bû!

De îca bila raya giştî cîhanê bala xwe baş bide van civînên dîrokî û helwestên kîjan alî çawa bûn bi çavên xwe bibînin û bila helwestên xwe yên mirovperwerî, bi wijdan û bêtirs bi wêrekî nîşan bidin. Wê wextê herkesê baştir bibîne; ka gelo kî bi peymanan ve girêdayî ne kî li dijin, kî aştîxwazin kî şerxwazin, kî bihevrejiyanê dixwazin kî naxwazin?

Êdî herkes û şîrê xwe! Bêgûman divê aliyê kurdan jî, ji van bûyerên giran û giring dersên xurtir derxin û li goreyî wê, ji bo dema pêş amadekariyên xwe baştir bikin û sala nuh a 2026an jî bikin sala aştî û azadiyê!