Dewleta tirk li Efrînê mêtingehan ava dike

Li herêma Efrînê ya dagirkirî dewleta tirk a dagirker bi rêya avakirina avahiyên mêtingeriyê hewl dide siyasetên xwe yên guhartina demografiyê û pêşîgirtina li vegera niştecihên resen, bidomîne.

1 deqe xwendin

Tevî bangên gel û yên hiqûqû ji bo vegerandina koçberan, dagirkeriya tirk berî demekê dest bi avakirina avahiyên mêtingeriyê kir ku ji wan yek jî "Yed El Ewn" bû.

Li gorî agahiyan, li bajarê Cindirêsê di 5ê cotmehê de dest bi avakirina avahiyên nû yên mêtingeriyê bi navê "Komelgeha Niştecihbûnê ya Toros" hat kirin.