DFGê rojnameger Egîd Roj bi bîr anî
DFGê rojnameger Egîd Roj bi bîr anî ku di êrişa SÎHA ya dewleta Tirk de şehîd bû.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rojnamevan Egîd Roj di salvegera şehadeta wî de bi bîr anî ku 15ê Sibata 2025an li Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrişa balafira bêmirov (SÎHA) a dewleta Tirk de hate qetilkirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rojnamevantî ew kar e ku li hemberî hewldanên reşkirina heqîqetê bibe dengê gel û hate gotin, "Hate xwestin ku kamera Egîd Roj bê tarîkirin; lê belê şahidiya wî, şopa wî îro bi rengê herî xurt dewam dike. Her êrişa li hemberî meşvanên li pey heqîqetê xizmetê ji wê yekê re dike ku heqîqet hîn bêhtir bê dîtin, ne ku ji holê bê rakirin. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna Egîd Roj ditewînin; em ê mîrateya wî mezin bikin, dest ji nivîsandina heqîqetê, şahidiya heqîqetê û parastina heqîqetê bernedin."


