Di 3 salan de HTŞ bi piştgiriya dewleta tirk li Sûriyeyê çi kir?

Dewleta tirk di şerê ku bi ser herêmê de hat kirin de xwedî planan bû. Plan ne tenê Dêrhafir, Tebqa û Reqa bû lê belê li gor daxwazên dewleta tirk a dagirker tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Lê ji ber ku HSD wan hersê deveran radest kir planên dewleta tirk hatin şikandin.

1 deqe xwendin
Di 3 salan de HTŞ bi piştgiriya dewleta tirk li Sûriyeyê çi kir?

Di dawiya sala 2024 û piştî salên dirêj ji ferzkirina desthiledarî û birêvebirina Sûriyeyê bi rêya sîstemên hegemon, hewldana gurkirina aloziya ku ji 2011an ve hatiye destpêkirin, sîstema faşîst bi pêşengtiya malbata Esad ku zêdeyî nîv sedsalê hebûna desthiledariya xwe ferzkiribû, bi planên dewletên ku dixwazin aloziya Sûriyeyê girantir bikin, diruxe. Bi ruxandin û hilweşîna vê sîstemê re aloziya li Sûriyeyê çare nebû lê belê sê qat girantir bû. Ji ber ku bi hatina HTŞê ya nava erdnîgariya Sûriyeyê re ne tenê şerên etnîkî,  jenosîd û nijadperestî li ser gelan dest pê kir lê belê ya ji hemûyan xirabtir ew e ku serdema terorîzmê DAIŞî carek din ji bo temamakirina avabûna dewletek îslamî li ser xaka Sûriyeyê, bi destê HTŞ û dewleta tirk a dagirker aktif bûn. 

Bi hatina van komên cîhadîst ku pêşengê wan Ehmed Şara ku ew jî serçeteyeke mezin di dema avabûna DAIŞê de bû,  îro jî bûye serokê hikûmetê, gelek herêm xist bin dagirkeriya xwe û bi wê gavê re gelek herêm,  gund û bajar ji aramî, aştî, demokrasi û edaletê bêpar hêşt. Ehmed Şara yek gav erênî ku bikeve xizmeta gelê Sûriyeyê neda avêtin ev yek jî tenê venagere ser daxwazên wî tenê lê belê destwardanên dewletên derve di gurkirina aloziya Sûriyeyê, dawîanîna li sîstema nenavendîbûnê û aktîfkirina  rola terorîzmê de xwedî gelek planan bû.

Kantona Şehba yek ji wan deveran bû ku di sala 2016an li ser destê YPG û YPJ herwiha Cebhet El Ekrad ji destê DAIŞê hat rizgarkirin. Bi hatina HTŞê ya di kanûna 2024an de carek din tê dagirkirin û çeteyên Hemzat, Emşat, Sultan Murad ku yekser girêdayî dewleta tirk a dagirkerin û bi palpiştbûna ji Colanî bi hovîtî êriş wan deveran dike sivîlên li wir ku koçberên Efrînê bûn ji sala 2018an ji ber êrişên dewleta tirk a dagirker bi darê zorê ji Efrîn koçber bibûn û li Şehba niştecihbibûn dîsa ji ber hovitiya wan çete û cîhadistan, di pêlên koçberiyê re ber bi herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê,  taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û ji neçarî ber bi Efrîna dagirkirî dîsa koçber dibin. Lê belê hêjayî bi bîrxistinê ye ku ev gelên ku xwestin derbasî herêmên bi ewle bibin li ser rêyan bi awayekî ewle negihiştin cihê ku ew dixwazin derbas bibin,  çimkî çeteyên dewleta tirk û hikûmeta veguhêz gelek kiryar derheqê sivîlan de li ser rê pêkanî û bû sedem ku hin kes ji dêvla xweradestî kuştina li ser destê wan bikin,  bi destê xwe di rêde dawî li jiyana xwe anîn. 

Ji sala 2025an ve çavên çeteyên hikûmetê li herdu taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê bû. Car car êrişên demkî li ser taxê çedibûn lê belê ev êriş ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelên herdu taxan bê bersiv nadiman. Di 1ê nîsana 2025an di navbera meclisa giştî ya herdu taxan de û hikûmeta veguhêz ji bo ewlekirin û başkirina rewşa taxê peymanek ji 16 xalan pêkk dihat  îmze kirin. Ev peyman xwedî gelek xalan bû yek ji wan jî ‘Heger êrişek bi ser herdu taxan de bê kirin hikûmeta veguhêz berpirsiyare ku parastina herdu  taxan bike’. Lê belê ev xal berovajî hat zivirandin û êriş bi ser taxê ji aliyê çeteyan hikêmetê û ya dewleta tirk girantirbû û parastina herdu taxan veguherî ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelê wê. Sala 2025 heta bi dawîbûna salê herdu taxan bi êrişan re rû bi rû dima, lê her car bi berxwedanî û yekitiya gel û şervanan herwiha bi bingehgirtina sîstema şerê gelê şoreşgerî,  her serkeftin dibû para gel û şervanên ku taxê diparastin. Di 5ê çileya 2026an de bi yekkirina planên Tirkiyeyê û ya hikûmeta veguhêz bi hev re,  êrişên giran bi ser herdu taxan de tên destpêkirin. Ev êrîş bi balafirên keşfê ku ya dewleta tirk a dagirker in li ser taxê hat bikaranîn û gelek sivîl bi rêya wê bûn hedef.

Çekên herî giran li ser herdu taxan hat bikaranîn û şerek pir giran di navbera herdu aliyan de rû da. Ji ber ku êrişkar cîhadist in yanê ji însaniyet, sinc, dilovaniyê dûrin û Xweda nasnakin berovajî ku ew îdia dikin ku girêdayî Xweda ne. Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ku tenê ew di taxê de birîndaran tedawî dikir hem bi rêya dirûnan bi dehan car hat hedefgirtin û kêliya dawî jî tang di hewşa nexweşxaneyê de hat bi cih kirin û sivîl bûn qurban. Sivîlên sax ku xwe di wê nexweşxaneyê de bi cih dikirin da ku xwe biparêzin birîndar û şehîd derdiketin. 

Her çiqas berxwedaniyek pir mezin ji aliyê gel û şervanan ve li hember wan tê meşandin jî,  ji ber ku êriş bi ser herdu taxan de plankirîbû herdu tax piştî 6 roj ji berxwedaniya bênavber ket bin desthiledariya wan. Dîsa koçberiyên Efrînê koçberdibin û derbas herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dîsa jî ji neçarî derbas bajarê Efrînê dibin. Yên di taxê de jî man hemû dîl hatin girtin. Lê bi dehan şervan jî ji ber soza parastina herdu taxan heta nefesa xwe ya dawî dabûn gelek çalakiyên fedayî pêkanîn. Hêdî hêdî çeteyên dewleta tirk a dagirker û ya hikûmeta veguhêz êrişên xwe bi ser Dêrhafir ku dikeve bakurê bajarê Helebê giran kirin.  Û ji ber ku dewleta tirk di sala 2025an li bendava Tişrînê têkçûnek mezin li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şervanên HSD û YPJê jiyan dike. Dîsa êrişên xwe li ser bendavê giran dike û hikûmeta veguhêz bi çeteyên xwe ji bo tolhildana têkçûna DAIŞê di Kobanê de bikin heta roja îro bajar di nava çemberê de ye. Ne tenê ew lê belê gelek komkujî ji aliyê wan derheqê sivîlan didin pêkanîn tevî ku her car agirbest tê îlankirin. Dêrhafir, Tebqa, Reqa ku alanên ereban bû lê bi saya YPG û YPJ ji destê DAIŞê hat rizgarkirin ji aliyê HSDê ve li gor pabendîbûna xwe bi tifaqê radestê hikûmeta veguhêz dibe. Da ku bi vê awayî bakurê Heleb bibe ya hikûmetê û rojhilat jî bimîne ya HSDê. Jixwe bi radestkirina wan bajaran ala DAIŞ carek din tê hildan û bi hezaran girtiyên DAIŞî tên berdan. Girtîgeha Eqtan ku dikeve bajarê Reqayê têde zêdeyî 3 hezar DAIŞî hebûn ji bo bê parastin û xeteriya wan ewlehiya Hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexe bin gefan heta 23yê çileyê jî di bin parastina HSDê de ma. Lê ji ber ku dewleta tirk a dagirker jî di şerê ku bi ser herêmê de hat kirin xwedî planan bû. Her bi balafirên xwe êriş girtîgehê dikir da ku çeteyan xelas bike. Plan ne tenê Dêrhafir, Tebqa û Reqa bû lê belê li gor daxwazên dewleta tirk a dagirker tevahî herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bû lê ji ber ku HSD wan hersê deveran radest kir planên dewleta tirk hatin şikandin.

Êdî hikûmet di vê pêvajoyê de bi navê eşîran şaneyên xwe yên razayî xort kir û êriş ber bi derdora  bajarê Hesekê ve bir. Ji ber ku mezintirîn girtîgeha DAIŞ li Hesekê bi cih dibe. Gelek car agirbest tê ragihandin lê hikûmet paşguh dike û êrişên xwe dewam dike lewma ji bo parastina xaka xwe gelê kurd li hemû alanên xwe mezin û biçûkê wan çeka xwe destxwekirin û soza parastinê dan. Ne tenê li Rojava lê belê li çar aliyên welêt gel ji bo parastina Rojava daketin ser sînor û derbasî warê kurdan bûn. Ruhê şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat vejînkirin. Dewlet bi vê awayî di hewla wê yekê de ye ku pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratik ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşkir bê bandor bikin û bi vê awayî şer li herêmê rûbidin û bêdengiya dewletên navneteweyî yên ku xwe weke aligirê kurdan nîşan didan û bi taybet bi şerkirina li dijî çeteyên DAIŞê rê ji şerek û xortkirina destê dijminan vedike. Lewma istiqrarbûna Sûriyeyê wê neyê pêkanîn heger hemû ol, mezheb û kêmnetew neyên parastin. Herwiha diyaloga siyasî Sûriyeyê neyê kirin wê alozî gurtir û mezintir bibe. Ya sereke ew e ku divê pêşî li terorizmê bê girtin.