Di belgeyên komarê de rewşa civakên ne tirk
Bi qanûna mişext û jinûvebicîhkirinê ya 1934an, polîtîkaya pişaftinê gihîşt asteke nû. Li seranserê Kurdistanê dibistanên leylî hatin vekirin, bazara kurdan hat desteserkirin û destwerdana jiyana wan a civakî hat kirin. Îro jî rexneya sereke ew e ku nasnameya kurdî nayê naskirin.

Dema mirov li belgeyên serdema Komarê û nivîsên li ser kurdan dinêre, wêneyekî balkêş derdikeve holê. Hemû tevgerên kurd û rexnegir dibêjin ku ji salên 1920 û 30an vir ve pişaftina bi darê zorê li ser kurdan hatiye ferzkirin. Îro jî heman argumana sereke asîmîlasyona bi darê zorê ye. Piştî Serhildana Şêx Seîd a 1925an, polîtîkayeke guhertina demografiya Kurdistanê dest pê kir. Bi Qanûna Îskanê, serok û rêberên kurd ber bi bajarên rojavayê Tirkiyeyê ve hatin mişextkirin.
Bi qanûna mişext û jinûvebicîhkirinê ya 1934an, polîtîkaya pişaftinê gihîşt asteke nû. Li seranserê Kurdistanê dibistanên leylî hatin vekirin, bazara kurdan hat desteserkirin û destwerdana jiyana wan a civakî hat kirin. Îro jî rexneya sereke ew e ku nasnameya kurdî nayê naskirin.
Herwiha, belgeyên arşîvê nîşan didin ku kurd hatine "fîşkirin". Bêyî ku haya wan jê hebe, di nasnameyên wan û di qeydên nifûsê de kurdbûna wan hatiye nîşandan. Mînak; eşîreke kurd berî dehan salan hatibe mişextkirin û deh nifşên nû derbas bûbin û bi temamî hatibin pişaftin jî, di belgeyên dewletê de diyar e ku ew kurd in û dewlet li gorî vê "tedbîrên" xwe digire. Kûrahiya vê fîşkirinê heta sala 1923yan diçe. Taybetmendiyeke pergala Tirkiyeyê ew e ku gelek ferman û biryarname veşartî ne. Agahiyên ku derdikevin holê jî bi tesadufî ne û dewlet hewl dide bi lez ser wan bigire.
Mînak; bi Peymana Lozanê û bûyerên piştî 1923yan, rûm bi koda "1", ermen bi "2" û cihû bi "3" hatine tomarkirin. Kesek nasnameya xwe ya eslî ji bîr kiribe, tenê bi tirkî biaxive û bûbe misilman jî, ji ber van qeydan nikare bigihîje meqamên bilind. Rojnameya Agosê di sala 2014an de ev pratîka veşartî aşkere kir. Rêveberiya Nifûsê bi lez û bez got;"Biborin, ev piştî Lozanê hatibû bicîhkirin lê me betal kiriye." Lê em dizanin ku nehatiye betalkirin.
Karesateke din bi saya AKPê aşkere bû. Derket holê ku li Tirkiyeyê "Komîsyona Kêmneteweyan" heye ku di sala 1962an de hatiye damezrandin. Ev komîsyon ji nûnerên Wezareta Hundir, Artêş, MÎT û Wezareta Parastinê pêk tê. Dema ev aşkere bû, gotin "me ew girtiye" lê ew hîn jî berdewam dike. Cudakariya li dijî kurd, ermen û rûman bi aşkereyî di zagonan de nayê nivîsandin. Mînak; 'ermen nikarin bibin walî' nayê gotin, lê mekanîzmaya veşartî destûrê nade.
Vê mekanîzmayê jî dîsa em ji mînakeke tesadufî fêm dikin. Ji bo dibistanên leşkerî lêpirsîneke kûr tê kirin. Xwendekarekî ku hay ji koka xwe tune ye serî lê dide, lê di raporê de derdikeve ku ew ji malbateke ermen e ku di sala 1915an de bi darê zorê bûne misilman. Ew xwendekar tavilê ji dibistana leşkerî tê derxistin. Ev rewşa kambax hîn jî berdewam dike.
Makezagon tirkbûnê ferz dike
Di makezagonê de tê gotin ku her hemwelatî tirk e. Ev nasnameya herî bilind e. Ji ber vê yekê mekanîzmaya veşartî rê nade yên bi eslê xwe ne tirk bikevin akademiyên leşkerî. Her çend qanûn bêjin "her kes wekhev e" jî pergaleke veşartî bi rêya rêziknameyan wê wekheviyê pûç dike. Pirsgirêka me ya sereke ew e ku em hîn jî nizanin ev pergala veşartî bi temamî çawa dixebite. Di wêjeya tirkî de ji vê re dibêjin "qanûna adetî" (teamul). Ev bûye prensîbeke eslî ya nenivîsandî.
Mînak; li Şerîaya Rojava yê Xezayê, hin rê ji bo filistîniyan qedexe ne, her çend qanûneke nivîskî tune be jî her kes dizane ku rewş wusa ye. Li Tirkiyeyê jî mînaka fîrmayeke mîmarî ya ermen heye. Dema îhaleyekê qezenc dikin û diçin wezaretê, ji ber nasnameya wan a ermen rayedarên wezaretê wan bi tundî ji wezaretê diqewirînin. Ew mîmar neçar man welat biterikînin.
Ji ber ku pergala nijadperest a Tirkiyeyê baş nehatiye naskirin û teşhîrkirin, kiryarên wê yên li dijî kurd, ermen û cihûyan jî bi têra xwe nehatine fêmkirin. Ji bo wekheviyeke rastîn, divê têgeha "nasnameya serdest a tirk" bi cidî were nîqaşkirin. Makezagona 1924an hemwelatîbûn û tirkbûn wekhev didît, ku ev bû sedema hegemonyaya nijadperest. Heta ev pergala yekperest neyê guhertin û ev hegemonya neye şikandin wekhevî, azadî û edalet pêk nayê.
Pirsgirêka sereke tirs û fikarên ewlehiyê ne. Damezrînerên Komarê û îro jî Erdogan bi vî perspektîfê nêzî pirsgirêka kurd dibin. Bi vê hişmendiyê li çar parçeyên Kurdistanê dijberiya kurdan dikin û nahêlin tu destkeftiyên wan çêbibin. Îro li ser Rojava jî heman hişmendiya nijadperest ferz dikin. Dixwazin heman pergalî li Sûriyeyê jî ava bikin.
Bersiva Îsraîlê ya ji bo hemû wehşetên xwe yên ku pêk tîne "Ewlehiya min di xetereyê de ye" û ya rayedarên tirk ên li dijî kurd yek e. Kurdekî ku qala nasnameya xwe bike, ji bo wan dibe "xeternak" û kuştina wî dibe "rewa". Tiştê ku Îsraîl li Filistînê kiriye û dike, komara tirk bêtirî deh qatî li Kurdistanê kiriye û dike.
Rayedarên tirk şaşiyên osmaniyan dubare dikin
Pirsgirêkên îro yên dewleta tirk dişibin qeyranên Osmaniyan ên sedsala 19an. Wê demê ermen û yewnan ji bo wekheviyê têdikoşiyan îro kurd têdikoş in. Di sedsala 19an de tiştê ku ermen û yewnanan ji dewleta osmanî dixwestin îro kurd ji komara nû dixwazin. Lê rewşa kurdan ji ya wê deme xirabtir e. Wê demê nasnameya wan dihat nasîn lê niha nasnameya kurdan nayê naskirin.
Osmaniyan ji ber tirsa parçebûnê mafên wekheviyê nedan wan civakan û di encamê de parçe bû. Ev jî nîşan dide ku heke dewletek hebûna civakên din ji bo xwe wekî gef bibîne, nasnameya wan nas neke û wekheviya hemwelatîbûnê pêk neyne dê bi destê xwe gefa heyî mezintir bike û pêşî li parçebûna xwe vebike. Komara tirk jî bi polîtîkayên ku li dijî kurdan dişopînin tiştê ku jê ditirsin bi destê xwe pêk tînin.
Siyaseta qirker a sedsalî îro bûye pirsgirêka herî mezin a ewlehiyê. Heke pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û edaletê neyê çareserkirin, zû an dereng kurd dê bikevin pêvajoyeke veqetînê, ku ev mafê wan ê herî rewa û xwezayî ye. Kurd ne neçar in di bin vê dagirkeriyê de bê nasname û bê statû bijîn. Dema mirov ji tirkekî re qala dagirkeriya Îsraîlê û zilma wî bike demildest dipejirîne, lê dema mirov qala dagirkeriya Tirkiyeyê ya Kurdistanê û zilma wê dike nijadperestiya wan bilind dibe û dibêjin "welat parçe dibe, ev welat ê tirka ye û hwd". Divê êdî dawî li vî cotstandartiyê were.
Sedsal e hişmendiya civaka tirk bi vî tirsa derewîn hatiye jehrîkirin. Paradîgmaya ku Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan afirandiye, jehrkuja wê jehrê ye. Ew hişmendiyeke nû û bingeha jiyaneke nû diafirîne. Pêdivî bi guhertina paradîgmayê heye. Divê rayedarên tirk fêm bikin ku hebûna kurdan ne pirsgirêka ewlehiyê ye. Pergala înkarker ê ku bi Mustafa Kemal dest pê kir û bi Erdogan berdewam dike divê were guhertin.
Di nav vê pergala bê edalet a 1920an de avakirina pêşerojeke azad nepêkan e. Îro hemû civakên Tirkiyeyê azadiyê dixwazin. Pêdivî bi têgihîştineke nû ya hemwelatîbûnê heye ku ji yekperestiyê dûr be. Di vî warî de Rêber Apo bi manifestoya xwe derfeteke mezin ji bo rizgariya Tirkiyeyê diafirîne. Em di destpêka pêvajoyeke nû de ne. Divê rayedarên tirk bi aqlêselîm bifikirin. Heke em ê bi hev re bijîn tenê carek be jî kurdan guhdarî bikin û hewl bidin êş û jana kurdan fêm bikin. Hêj dereng nebû ye tenê carek be jî hevxemiyê esas bigrin.
Dewleta tirk heke di dijberiya kurdan de israr bike, dê bi destê xwe yekitiya çar parçeyên Kurdistanê pêk bîne û encama ku herî zêde jê ditirse derxe holê. Kurd êdî bi gotinên vala yên "biratiyê" naxapin. Li gel hevalbendî û piştgiriya we ya çeteyên destbixwîn ên Sûriyeyê ti wate û girîngîya gotinên we yên “em bira ne” û “em dixwazin xwîşk û biratiya kurd-tirk qayim bikin” tune ye. Pratîk wê van gotinên we yên ne ji dil pûç dike.
Kurd, di dorpêçkirin û qirkirina kurdên Rojava de ji rol û rista we ya bêhom haydar in û di bîra xwe de qeyd dikin.
Beşa yekemîn: https://azadyawelat.com/pergala-nijadperest-a-tirkiyeye


