Di çapemeniya cîhanê de Rojavayê Kurdistanê ciheke girîng girt

Mijara Rojavayê Kurdistanê îro jî di çapemeniya cîhanê cihek girîng girt. Di  gelek weşanên navneteweyî li ser pêşketinên derbarê kurdan nûçe û dahurandin weşandin. Derketina hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Sûriyeyê, pêşeroja Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD), rewşa girtîgeh û kampên DAIŞê û ihtîmala nêzîkbûna bi Şamê re bûn sernavên bingehîn.

1 deqe xwendin
Di çapemeniya cîhanê de Rojavayê Kurdistanê ciheke girîng girt

Di çapemeniya cîhanê de mijara Hêzên Sûriya Demokratîk û Rojavayê Kurdistanê wekî mijarek bingehîn cihê xwe di rojevê de diparêze. Rojnameya The Wall Street Journal dosyayek berfireh mijarê weşand û ragihand ku pergala girtîgeh û kampên DAIŞê yên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di xeteriyê de ye. Li gorî rojnameyê, girtina kampê bi awayekî tevlihev tê meşandin û ev rewş ji bo rêveberiya Sûriyeyê ceribandinek gelek bi xeternak e.

Li cihênê xeteriya zêdebûna terorê zêde dibe’

Di raporê de hate diyarkirin ku parastina kampan bi giranî li ser milên hêzên bi pêşengiya kurdan e hatiye kirin. Her weha bi bîrxistin ku di demên dewî de guherînên mezin pêk hatine û vê yekê jî guherînek bingehîn di mîmariya ewlehiyê de çêkiriye. Rojnameyê destnîşan kir ku her guherînek di pergala ewlehiyê de dikare bibe sedema revîna girtiyên DAIŞê û ev yek jî li herêmê û cîhanê zêdebûna xetereya terorê bi xwe re tîne.

‘Derketina DYAyê HSDê arasteyî têkiliyên rasterast dike’

Televîzyona CBS News jî bi dosyayekê têkiliyên di navbera HSD û hêzên hevpeyman de girte rojeva xwe. Televîzyonê bal kişand ser têkiliyan û encamên derxistine holê. Li gorî nûçeyê, plana derketina DYA pirsên lezgîn li ser pêşeroja hêzên hevkar ên Kurd derdixe holê. Hat diyarkirin ku bêpiştgirîya leşkerî û siyasî ya Washingtonê, HSD dikare bi mecbûrî ber bi danûstandinên rasterast ên bi Şamê ve biçe.

Tirsa derketina hêzên nû yên radîkal

Ajansa nûçeyan Euronewsê jî ragihand ku pêşeroja Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê li gorî berê nezelaltir bûye. Ajansê nivîsand ku derketina DYAyê dikare li ser pergala rêveberî, hêzên ewlehiyê û rêveberiya sivîl bandorê bike. Di raporê de her weha hişyarî hate kirin ku her destabilîzasyon dikare bibe sedema pêlên nû yên koçberiya ber bi Ewropayê ve û komên nû yên radîkal biafirîne.

Çapemeniya Rûs: Divê Rûsya têkiliyên xwe nû bike

Di çapemeniya Rûs de jî mijar têkildarî berjewendiyên Rûsyayê hate nirşandin. Rojnameya Kommersantê pêşbînî kir ku entegrasyona hêzên kurd di nav pergala dewleta Sûriyeyê de dikare bi awayek lezgîn pêk bê û temam bibe. Li gorî rojnameyê, pêvajoya entegrasyonê dê li gorî çerçoveya siyasî ya piştî şer derketiye holê pêk bê û ev yek jî derfetan dide Rûsyayê ku têkiliyên xwe jinûve saz bike.

Ajansa fermî RIA Novostî jî ragihand ku mijara hevrêziya leşkerî di navbera artêşa Sûriyeyê û hêzên kurd de tê nîqaşkirin. Hate gotin ku statûya wan dikare di bin sîstema parastina neteweyî de were nûjenkirin.