Di cejna ziman de medyaya kurdî

Çapemeniya kurdî kiras û xeftanê xwe guherîn, bedena xwe nişmî û cindî kir û çav û mêjiyê xwe kil kirin, lê dîsa jî ji sedsala 21`emîn re nebû heştek, ji doza serkêş û qelema rêzanan re nebû xweşkêş.

1 deqe xwendin
Di cejna ziman de medyaya kurdî

Çapemeniya kurdî kiras û xeftanê xwe guherîn, bedena xwe nişmî û cindî kir û çav û mêjiyê xwe kil kirin, lê dîsa jî ji sedsala 21`emîn re nebû heştek, ji doza serkêş û qelema rêzanan re nebû xweşkêş. Li xwe dizivire carinan, qezî zimanê xwe dike û carinan zimanê xwe şimşatî dike.

Têkildarî rewşa medyaya kurdî me xwest bi rapirsînekê em bibin mêvanên zimanzan, nûçegihan û rojnamevanên xwedî tecrube.

Bi armanca naskirina asta medyaya kurdî, nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, me xwest ji nêz ve li asoya cîhana rojnamevanekî Kurd ê ji Sûriyê Alcî Hisên dagerin. Alcî Hisên îşaret bi Ronahî TV û Rûdaw TV’yê dike û wiha dibêje: “Ji çirisandina çirûskên şoreşa Sûriyê ve wan yek deqeyê perdeya xwe nekişand, lewma bi armanca naskirina asta xwesparastina Kurdên Sûriyê ji kanalên Rudaw û Ronahiyê re, ez ê çend xalan vebêjim; bûyerên li Sûriyê di navbera salên 2011`an û 2018`an de rû dan, hişt Kurd di muadeleya siyasî ya navneteweyî de, nemaze piştî rêzeserkeftinên li dijî rêxistinên terorîst ên li Sûriyê û Iraqê, li herêmên xwe yên li Sûriyê Rêveberiya Xweser ragihand. Li hemberî rejîma Sûriyê û muxalifan xeta sêyemîn hilbijartin, lewma Kurdên li Sûriyê da ku geşedanên têkildarî doza kurdî nas bikin, kanalên Ronahî û Rûdaw dişopandin. Lê dîsa jî her du kalan baş nebûn bersiv, bi nîşandana geşedanên li herêmên Rêveberiya Xweser, geşedanên têkildarî Kurdên Sûriyê û dosyayên penaberên Kurd ve sînordar man.”

Têkiliya siyaset û çapemeniyê

Rojnamevan Hesen Remo piştî ku balê dikişîne ser têkiliya siyaset û çapemeniyê, mijarê wiha rave dike: “Tu carî dezgeh bêyî erêkirina hikumetê yan jî dewletê nehatine vekirin, bêguman mirov nikare siyasetê û çapemeniyê ji hev qut bibîne. Lewma kategoriyeke taybet bi navê çapemeniya siyasî heye û xwe dispêre siyasetê.

Siyaset hunera rêveberiyê ye û çapemenî jî navgîna girêdana gel û rêveberiyê yan desthilatê ye, lewra tu bixwazî bila desthilateke demokratîk be yan dîktatorî be, siyaset û çapemenî wekî neynûk û goşt in. Îcar her dezgeheke çapemeniya kurdî girêdayî siyaseta partiyekê ye û jixwe partiyên kurdî bê hed û hesab in. Lewma dezgeh îdeolojiya partiyekê diweşînin. Di vir de hesabê ka çi qasî xizmeta gelê Kurd dike yan nake; ev girîng e.”

Rewşa zimanê kurdî di çapemeniya kurdî de

Ziman binemaliya dewletekê ye lê belê dewleteke serbixwe ya Kurdan nîn e. Bi gotineke din Kurdan çi qasî mohra zimanê xwe li dezgehên xwe xistiye? Girêdayî vê mijarê mamosteyê zimanê kurdî û fransî Îbrahîm Xelîl wiha dibêje: “Bêguman, rola çapemeniyê di pêşxistina zimanan de sereke ye û çi zimanê ku ne nivîskî û rojane li pêş çavê xelkê xwe nebe, ew ê winda bibe û bê jibîrkirin. Çapemenîya kurdî (kurmancî) li Rojavayê Kurdistanê baş bi pêş ketiye û belav bûye. Lê ji ber kêmasiya xwîneran û layengirîya hemû navgînên ragihandinê, ew pêşketin zû bi zû gavan naavêje. Di piraniya çapemenîya me de, şaşiyên di ziman de dubare dibin, ev in;

1. Her rojnameyek yan kovarekê ‘stylebook’eke (rêbera nivîsandinê) xwe ya taybet heye.

2. Hinek kovar û rojname, yan edîtor tune û yan jî ew edîtor hewcedar e ku ji nû ve fêrî rêzimanê kurdî bibin.

3. Her nivîskarek dikeve bin bandora zimanê serdestê xwe anku nivîskarê ji Qamişloyê di bin bandora şêwaz û mentiqê zimanê erebî de ye û nivîskarê ji Amedê bandora tirkî bi xurtî lê dibe.

4. Alav û navgînên ragihandinê îro roj pir in, lê nivîskar kêm in.

5. Zimanê zanistî hîn di çapemeniya kurdî de nehatiye dîtin anku yek kovar an rojname ku pisporiya biwareke zanistî bike, heta niha tune ye.”

Çapemeniya kurdî û nasnameya neteweyî

Rastiya derbirîna Kurdan ji armancên xwe bi gelekî wirdetir e, ji aliyekî ve wekî ku ne şerpezebûn, koçberbûn û ne jî derbiderî dîtine û ji aliyekî din ve jî ar û av disekinin lê Kurd nasekinin û li bey kişandina bêhna nasnameya xwe ne.

Rojnamevan Stêrê Çelo bi zelalî zîvarbûna nasnameya çapemeniya kurdî anî ziman û dibêje: "Bêguman rola medyaya kurdî tu bixwazî di TV, ajans ,rojname û radyoyan de be, di çêkirina nasnameya kurdî de heye. Her wiha di huner, ziman, folklor, jiyana rojane û di siyaseta kurdî de jî xwedî roleke berçav e. Di vê qonaxa dawî de medyaya kurdî pir hindik karibû bi prensîb û pîvanan li hemberî medyaya dijmin çalak be û bala cîhanê bikişîne ser deng û awaz û êşên gelên kurd, lê dîsa mirov nikare înkar bike ku di şoreşa Rojava de roleke hêjaû serkeftî nelîstiye. Her wiha ji bo sazkirina raya gîştî rojeveke bi bandorane derxist holê û rastiya armanc û planên dijmin ên qirêjî zelût û aşkera kir, ev jî cîhê pesn û kêfxweşiyê ye. Em bi hêvî ne ku medyaya kurdî bikare tovên dijmanetiyê ji nav civaka Kurdistanî rake û nakokî û aloziya di nava partî û rêxistinên kurdî de pûç bike. Încex wê demê mirov bikare bibêje ew ê nasnameyeke kurdî li baskên kevokên azadiyê bi firê bikeve.

Di qada çapemeniyêde pirsgirêkên jinan

Şoreş gelek deriyan vedike, civakan ser û binî hev dike. Ji bo jinekê ku hişmendiya civakê ji pêşxistina jinan saw digire û di qefesekê de mehkûm kiribin, lê dîsa jinan qefes şikand û firiyan. Gerînendeya Bûyer FM’ê Fensa Temo bi ezmûneya xwe kêm zêde vê rewşê dide naskirin û wiha vedibêje: “Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re qada çapemeniyê wekî hemû qadan guhartin û veguhartin tê de çêbûn. Jinan jî cihê xwe di vê qadê de girt, îsbata xwe di pêşkêşvanî, nûçegihaniya şer, wênekêşî, amadekirina bernameyan û pê de here û here, kirin. Ez jî yek ji wan jinan im, lewma ez ê der barê ezmûneya xwe ya biçûk de biaxivim ku zehmetiya herî ez pê re kezebreşî bûm, razîkirina malbata xwe û saetên dirêj ên kar bûn. Lewma diviyabû ez deh qat li ber xwe bidim, karê xwe bi pêş bixim ku zimanê min ê parastin û xweqebûlandinê bilive. Lê di dawiyê de xala em nikarim çavên xwe li ser binixumînin, ew e ku hîn jî di nava qada medyayê de jin nebûne cihê biryardayînê.

Li tevahî dinyayê çapemenî bêyî çavkaniyên madî û darayî nikare xwe li ser pêyan bigire. Ji lew re jî bivê nevê çapemenî û ragihandin xwe dispêrin hinek jêderên darayî. Rêşad Sorgul sermaye û çapemeniyê bi vî rengî şîrove dike; di cîhana me ya îro de hêzên sermayeyê û desthilatdaran ji bo xwe çapemenî ava kirine. Belkî jî ya rastî kêm ragihandin û çapemenî hene li ser armanca xwe. Hinekên bi vî îdiayê radibin jî di encamê de li ser bingehên armancên sermayeyê xwedan hebûn in. Îcar desthilat an jî partî desteka aboriya xwe baş be, hingî aboriya dezgehê jî baş e ya din çapemenî û ragihandin bixwazî nexwazî xwedan xet in. Jixwe armanc xet bi xwe ye; di vê çarçoveyê de mirov nikare qala bêalîbûnê bike.”

Di çapemeniyê de dengên cuda

Bêguman yek ji xalên herî girîng ên ku dihêle medya balkêş be, hebûna dengên cuda ye. Lê pêwîst e em di warê naskirina mijara dengên cuda de serwext bin. Wê demê divê em hin pirsan ji xwe bikin; armanca dengê cuda di medyayê de çi ye? Rojnamevan Ejder Şêxo vê yekê wiha bi me dide xwendin:

“Di destpêkê de pêwîst eher kes bizane di cîhanê tu medyayên bêalî tune ne. Li welatên cîhanê yên herî demokratîk jî medya bi alî ye û xeteke wê ya siyasî, civakî û aborî heye. Lê cudahiya di navbera 'medyaya bêalî' ya welatên demokrat û ne demokrat de ew e ku welatên Ewropa û Amerîkayê û yên din, pir bi zanebûn siyaseta xwe ya alîgiriyê bi kar tînin û nahêlin ku temaşevan pê dihesin. Li welatên Rojhilata Navîn û Kurdistanê, alîgirbûna di medyayê de bi awayekî aşkera û beloq diyar dibe