Di civîna Şamê de ji bo dîlgirtî û vegera koçberan komîteyek ava bû

Cîgirê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl li Parêzgeha Hesekê ragihand ku wan bi Serokê Sûriyeyê Ehmed El Şara re ji bo dîlgirtiyan û vegera koçberan komîteyek taybet avakirine.

1 deqe xwendin
Di civîna Şamê de ji bo dîlgirtî û vegera koçberan komîteyek ava bû

Cîgirê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl li Parêzgeha Hesekê derbarê serdana şandeya parêzgeha Hesekê bo Şamê daxuyanî dan.

Mahmud Xelîl anî ziman ku di çarçoveya vexwendineke fermî ya ji hêla Şera ve ew li gel Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Parêzgeha Hesekê Merwan El Elî, serdana peytext Şamê kir û got: “Em bi hev re li Qesra El Şab,  bi beşdariya şandeyên ji hemû beşên civakê, meşeleya Newrozê vêxist û hevdû pîroz kir. Piştî vê yekê, civînek taybet bi Serok Ehmed El Şara re hat lidarxistin. Di wê civînê de gelek mijarên girîng hatin gotûbêjkirin, bi taybetî mijara dîlgirtiyan û vegera koçberan bo bajarên Efrîn, Serê Kaniyê û deverên din.” 

Mahmud Xelîl da zanîn ku di civînê de, bal kişandin ser girîngiya bicihanîna hemû bendên peymana 29ê Çileyê û wiha bi rawî kir. “Di vê qonaxê de bendên peymanê di nav pêşîniyên me yên sereke de ye. Bi fermana Serok Ehmed El Şara, komîteyek taybet ji bo şopandina van mijaran hate damezrandin ku bi armanca pêşxistina mekanîzmayên zelal ji bo çareserkirina pirsgirêkan û xurtkirina pêvajoya aramiyê li welêt.”