Di dîroka îslamê de bêpergalî

Nivîsa min a berê, li ser dîroknivîsiya têgihîştina çavkaniyên olî yên sereke qur’an û hedîsên pêxember bû.

1 deqe xwendin
Di dîroka îslamê de bêpergalî

Nivîsa min a berê, li ser dîroknivîsiya têgihîştina çavkaniyên olî yên sereke qur’an û hedîsên pêxember bû. Me gotibû gelo bi guherîna demê re têgihîştina mirov diguhere yan wek yên dibêjin qur’an gerdûnî ye û têgihîştina wê ya berê çi be wê heta dawiyê ew be?

Li ser vê yekê Fedlûrehman wiha dibêje; ‘’Di îslamê de metin tune ye ancax şîrove heye’’ ango têgehîştineke cemidî tune ye, li gor demê têgihîştin heye. Ev yek jî nêzîkî nivîsa min a berê ye ku me gotibû têgehîştin li gor demê diguhere. Gava mirov bala xwe dide dîroka îslamê, pirsgirêka herî mezin ku nehiştin ola îslamê li gorî dem û çaxê xwe nû bike. Ev bê (metodolojî) pergala nav alema îslamê bû sedem ku ola îslamê ji 800’î heta 1.300’î hin rewşenbîrên wek Farabî, Îbnî Sîna, Îbnî Ruşd û gelek rewşenbîrên din derkevin holê. Piştî vê serdema ku 500 sal domiya, pêşveçûna rewşenbîrî di alema îslamê derneketiye bi pêş neketiye. Zanist bi pêş ve neçû û mirov dikare bibêje bi paş ve diçe. Digel gelek kêmasiyên wê di serdema pêncsed salî de çêbûn, bê hesab tiştên ne di rê de pêk hatin.

Yên hinekî pêşî li aqil vekirin, rewşenbîrên wek 1. Câbir Bin Hayyân (720-815) kurê dermanvanekî li Kûfê hatiye dinê. 2. Harezmî (780-850) li Ozbekistanê bajarê Xarizmê hatiye dinê. 3. Farabî (873-950) li Tirkistanê bajarê Farabê hatiye dinê. 4. Bîrûnî (973-1061) li Îranê li herêma Şah Ebbasê Welî li gundê qasê hatiye dinê. 5. Îbn-î Sîna (980 – 1037) li Bûxarayê gundê Afşanayê hatiye dinê. 6. Ebul-iz Cezerî (1136-1206) li bakurê Kurdistanê Cizîra Botan li taxa Torê hatiye dinê. 7. Ulug Bey Mîrza Mihemed kurê Şahrûh li Ozbekistanê bajarê Sulatniyyeyê hatiye dinê. (1394-1449)

Gava mirov bala xwe bide dîroka van hemû ronakbîran ji bilî yek an duduyan di nav pêncsed salî de derketine pêş. Mirov baş bala xwe bidê, jidayikbûn û cihê lê hatine dinê, ne navenda erdnîgariya îslamê ye. Evên me jimartin, hemû ji aliyê Rojhilata Nêzîkê Çînê hatine. Dibe ku hukma hedîsa pêxember ku gotiye ‘’li pey zanistê herin ger li Çînê be jî’’. Gava pêxember ev yek gotiye belkî xwestiye berê umeta xwe bide zanyariya ku ji aliyê Çînê ve were. Lê mixabin peyrewên wî bi ya wî nekirin tiştên wî xwest pêk neanîn û li ber yên xwestin pêk bînin bûn asteng.

Li aliyê rojava jî gelek zanyar û rewşewenbîrên wek: Îbnî Bace Fas (1139 wefat), Îbnî Ruşd Kurtuba Endulus (1126-1198), Îbnî Xeldûn Tûnis (1323-1406) Şêx Mihyedînê Erebî (1165) li rojhilatê Endulusê bajarê sereke yê herêma Tudmîr (Teodomiro) yê Mursiye (Murcia) yê de hatiye dinê. Ebûbekir Muhemmed b. Ebdûlmelik b. Muhemmed b. Muhemmed b. Tufeyl Elqeysî wefat (1185). Yanî dixwazim vê yekê diyar bikim ku zanista nav ola îslamê bi tevlîbûna felsefeya ewropî ev lehengên hanê derketin û holê ronahiya wan da hemû cîhanê. Sedema ku berdewama wê nehat ev yek e: li gor min nîqaşa dîrokvanî û gerdûnîtiya alema îslamê ye, ango şerê di navbera olperest û zanistê de ye. Lê bêguman olperest bi olê simsariyê dikin û tenê ji bo berjewendiyên xwe bi