Di dîroka îslamê de bêpergalî -2-
Bi rastî mirov dibêje qey dîroknasî bi awayekî aşkera bi Cemaleddîn Afganî dest pê kiriye lê gava mirov baş bala xwe bide dîrokê, mirov bi awayekî zelal dibîne ku di wê dema kurt a Hz.

Bi rastî mirov dibêje qey dîroknasî bi awayekî aşkera bi Cemaleddîn Afganî dest pê kiriye lê gava mirov baş bala xwe bide dîrokê, mirov bi awayekî zelal dibîne ku di wê dema kurt a Hz. Muhammed pêxembertî ragihandî de jî xuya dibe û mînak hene. Wek nasix û mensux; ev yek hinartina hukmekî demkî ango hukmek tê di demekê de pêdivî bi wî hukmî namîne, ew hukum radibe yan diguhere. Her çiqas ev kiryar hemû beşên olê û alim li ser ne hemfikir bin jî li ser vê yekê gengeşî hebin jî, rewş û dîroka îslamê vê yekê wek hewcetiyek dîrokî dide diyarkirin. Em dikarin çend mînakan ji dema Hz. Muhemmed bidin. Wek me diyar kir nasix û mensux li ser yekitî tune be jî ayet û tevgerên Hz. Muhemmed ên bi vî rengî hene.
Çar astên nesixkirinê
Sereya Baqarayê ayet 106; "Her çi ayetek ji qur’anê heta ku em ji wê çêtir an jî mîna wê neynin, em hukmê wê ayetê ji rewacê ranakin û em wê bite nadin jibîrkirin. Ma tu nizanî ku bêguman xweda li ser her tiştî qadir e." Li gor vê ayeta pîroz di qur'anê de nesix ango rakirina hinek hukman heye. Ev nesix bi rastî gelek gengeşî li ser hene, lê bi giştî nesix tên pejirandin. Eger nesix bê pejirandin çar astên wê hene:
1- Ayeta pîroz bi ayetê tê nesixkirin ango tê rakirin.
2- Sinet bi sinetê tê rakirin an guherandin.
3- Ayet kirinên pêxember ango sineta pêxember nesix dike.
4- Sinet ango pêxember bi kirinên xwe hukmê ayetê radike.
Ev yek ji pirtûka; nasix û mensux nivîsa Qadî Ebûbekir Muhemmed bin Ebdullah bin Muhemmed bin Ebdullah bin Erebî Malikî e (wefat 543).
Miro dikare li gor vê ayeta pîroz dîroknasiyê bipejirîne di demeke kurt de (23 sal) rêbaza olî guherîbe bi derbasbûna hezaran salan çawa mana li ser heman rewşa berî hezaran salan ferz be û neguhere ev yek di dema Hz. Muhammed de pêk hatiye. Tişta ku olperest nepejirînin rabûna hukmê qur'anê bi kirinên ango sineta pêxember e


