Di dîrokê de gaveke mezin: Li Meclîsê pêşnûmeya lêkolînê ya kirmanckî hate qebûlkirin

Di dîroka TBMMê de gaveke dîrokî hate avêtin. Pêşnûmeya wekîlên Partiya DEMê ya ku bi Kirmanckî hatibû nivîsandin, ji aliyê Meclîsê ve hate qebûlkirin. Heta niha ev ziman wekî ‘zimanekî nenas’ dihate qeydkirin. Cara yekemîn e ku metnekî fermî yê kirmanckî hate qebûlkirin û ev yek wekî mîladekê tê dîtin.

1 deqe xwendin
Di dîrokê de gaveke mezin: Li Meclîsê pêşnûmeya lêkolînê ya kirmanckî hate qebûlkirin

Di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de gaveke bêhempa hate avêtin. Bi alîkariya Meclîsa Kirmanckî, pêşnûmeya lêkolînê ya ku wekîlên DEM Partiyê Salîhe Aydenîz (Mêrdîn), Ayten Kordu (Dêrsim), Adalet Kaya (Amed), Cengîz Çîçek (Stenbol) û Omer Faruk Hulaku (Çewlîg) bi zimanê kirmanckî (Zazakî/Dimilkî/Kirdkî) dabûn Meclîsa Mezin a Gel a Tirkiyeyê (TBMM), ji aliyê serokatiya Meclîsê ve hate qebûlkirin. Heta niha axaftin û nivîsandina kurdî di zabitnameyan de wekî "zimanekî nenas" an jî bi îbareya ‘zimanekî ku ne tirkî ye’ cih digirt. Cara yekem e ku metnekî fermî yê ku bi temamî bi zimanekî din hatiye nivîsandin, bê astengî qebûl bû. Ev qebûlkirin, ji bo mafên çandî û zimanên di bin xetereyê de wekî mîladekê tê dîtin.

UNESCO: Kirmanckî di bin xetereyê de ye

Di metnê pêşnûmeyê de herî zêde bal kişandin ser xetereya windabûna kirmanckî. Wekîlan dan zanîn ku kirmanckî, li erdnîgariya Anatolya û Mezopotamyayê ji zimanên herî qedîm yek e û ji aliyê bi milyonan welatiyan ve tê axaftin. Di pêşnûmeyê de wiha hate gotin:

"Di encama texrîbatên ku modernbûn, bajarîbûn û qedexeyên ku bi salan dewam kirine de, kirmanckî îro bi pêvajoyeke windabûnê ya ku telafiya wê zehmet e re rû bi rû maye."

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) jî di Atlasa Zimanên Di Bin Xetereyê De, kirmanckî xistibû kategoriya “bêewlehî” (vulnerable) û hişyarî dabû ku eger bi lez tedbîr neyên girtin, dê ev ziman bi temamî winda bibe. Li gorî daneyên zimannasan, ziman tenê di nav nifşên mezin de tê axaftin û veguhastina xwezayî ya ji dê û bavan ber bi zarokan ve (intergenerational transmission) hatiye xala sekinandinê.

Ked û xebatên sivîl ên heta niha

Di pêşnûmeyê de wekîlan qala xebatên saziyên sivîl, şaredarî û weşanxaneyan jî kir. Hate zanîn ku ji bo pêşveçûna kirmanckî heta niha kedeke mezin hatiye dayîn:

Gruba Vateyî: Bi derxistina ‘Ferhengê Tirkî-Kırmanckî / Kırmanckî-Tirkî’, ji bo standardbûna ziman gav avêtin.

Kurdî-DER û MED-DER: Bi kursên ku hatin dayîn, ji pêşveçûna kirmanckî re alîkarî hate kirin û mamosteyên ziman hatin perwerdekirin.

Perwerde û zarok: Di çarçoveya xebatên Zarokistanê (Kreşa Zimanê Dayikê) de, di bin banê şaredariyên Peyas û Rêzanê de saziyên perwerdeya pêşdibistanê hatin vekirin.

Çand û huner: Li Şanoya Bajêr a Amedê lîstikên kirmanckî hatin sahnekirin û koroyên zarokan hatin avakirin.

Çapemenî û weşangerî: Rojnameyên wekî Azadiya Welat, Xwebûn, Ajansa Welat û Newepel; kovara Şewçîla; weşanxaneyên wekî Roşna, Vate, Avesta û Peywendê bi sedan pirtûkên kirmanckî weşandin û klasîkên cîhanê wergerandin.

Perwerde, statuya civakî û astengî

Di pêşnûmeya Meclîsê de tê gotin ku xebatên akademîk, vekirina beşên ziman û edebiyata zazakî yên Zanîngeha Çewlîg û Munzurê, weşanên TRT Kurdî û dersên bijarte yên MEB'ê erênî bin jî, ji bo jiyîna ziman kêm dimînin. Di dersên bijarte de kêmasiya materyalan û tayînkirina mamosteyan pirsgirêk e. Wekîlan îfade kir ku di xizmetên giştî de cihnegirtina kirmanckî dibe sedema windakirina prestîjê; nifşên ciwan bi fikra ku di jiyana aborî û civakî de qîmeta wê tune ye, ji zimanê xwe yê dayikê dûr dikevin. Jiyîna zimanekî tenê bi qîmeta bazarê û statuya civakî pêkan e.

Daxwaz: Plana çalakiyê ya bilez

Ji bo parastin, pêşvebirin, di qada giştî de berfirehkirina bikaranînê û di navbera nifşan de veguhastina ziman, wekîlan xwest ku Komîsyoneke Lêkolînê bê avakirin. Daxwazên ji komîsyonê wiha hatin rêzkirin:

Rêjeyên axaftinê û belavbûna herêmî ya kirmanckî bi daneyên rojane werin tespîtkirin.

Diyarkirina vê yekê ku çima pêdiviya mamosteyan nehatiye bersivandin.

Lêkolînkirina astengiyên li pêşiya perwerdeya zimanê dayikê.

Nirxandina sererastkirinên qanûnî yên pêwîst ji bo teşwîqkirina bikaranîna di qada giştî de.

Bi sûdwergirtina ji zanyariyên însiyatîfên sivîl û akademiyê, amadekirina “Planeke Çalakiyê ya Bilezûbez”.