Di êrişên Îranê de li Lubnanê 31 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand, di encama êrişa duh bi şev ya Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê de 31 kes hatine kuştin û 139 kes jî birîndar bûne.

Piştî êrişa Hizbûllah ya li ser baregeha Îsraîlê ya li Heyfayê, Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama êrişa duh bi şev ya Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê de 31 kes hatine kuştin û 139 kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin di encama êrişê de ziyanên mezin yên madî jî çêbûne.
Li aliyê din vê sibehê serokê Hizbullahê ya li Parlamentoya Lubnanê Mihemed Raed di encama êrişek hewayî ya Îsraîlê de hat kuştin.


