Di FîlmAmed de dê civak li xwe temaşe bike!

9emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi hevkariya Rêveberiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê û organîzeya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn (OSAD), bi şîara “Reh...

1 deqe xwendin
Di FîlmAmed de dê civak li xwe temaşe bike!

9emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi hevkariya Rêveberiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê û organîzeya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn (OSAD), bi şîara “Reh... Li dora agir rastiyên efsûnî” dê di navbera 26-30ê Îlonê bê li dar xistin. Festîvala îsal bi eleqeyeke mezin re rû bi rû ma û 771 fîlman û 44 projeyan serlêdan kir. Di encama nirxandinan de 24 fîlm hatin hilbijartin. Festîvala FîlmAmedê, bi van belgefîlman, armanc dike ku mijarên civakî, çandî û çîrokên mirovî ronî bike û her wiha ji çalakiyên çandî û hunerî yên li herêmê re bibe alîkar. Di heman demê de bi rêya BelgeFîlman, çîrokên cuda û rastiyên jiyanî civaka sînemahez û temaşevanan bîne gel hev. Hevberdevka Komîteya Amadekar a 9. Festîvala Belgefîlma FîlmAmedê Dîlan Toftîk li ser serlêdanên fîlman û amadekariyên xwe yên ji bo festîvalê axivî.

Dîlan Toftîk, desnîşan kir ku di encama xebateke bi qasî 3 meh û nîvan de wan ji 771 belgefîlmî 24 heb belgefîlm bijaratine û ji bo 9emîn Festîvala FîlmAmedê amade kirine. Dîlan Toftîk ew gihiştina dawiya xebatên xwe û ev tişt anî ziman: “Demek dirêj me xebatên amaderkariya 9emîn Festîvala FîlmAmedê kir. 771 fîlm hatin û bi jûriyên xwe re me bijartina wan kir. Di encama xebata 3 meh û nîvan de 24 fîlmên ku hêjayî festîvalê hatin bijartin. Di warê teknîkî de binesaziya wan pêk hat. Piraniya fîlman bi zimanên biyanî bûn. Me bi qasî 18 fîlên ku hatine bijartin jêrnivîsa wan a kurdî nivîsî. Ya rast divê derhêner bi xwe vê yekê bikin lê mixabin ev jî li ser me ma. Lewre derhêner dama ji kîjan welatê ku festîval lê ye fîlma xwe bişîne divê bi zimanê wî welatî jêrnivîsa fîlmê xwe jî binivîse. Bê guman di her qadê de girîngî û hesasiyeta zimanê kurdî heye pêwîte ku em di vê qadê de jî girîngiyê bidin ziman. Niha amadekariyên me yên ji bo FîlmAmedê didome lê li ber qedandinê ye. Di 26ê Îlonê de emê starta festîvalê bidin. Bi Fîlma Jinwar û konser Mehmet Atli emê dest pê bikin.”

Bijartina fîlman

Ji bo amadekariya festîvalê di demeke dirêj de kedeke mezin hatiye dayîn. Li ser pêvajoya bijartina fîlman jî Dîlan Toftîk ev tişt anî ziman: “Di du astan de me bi jûriyeke ku ji 7 kesan pêk dihat bijartina fîlman kir. Jûriya me di destpêkê de 771 fîlîm temaşe kir û ew rêje daxist 100 fîlmî. Pişte jî ji nav wan 100 fîlmî 24 fîlmên ku hêjayî festîvalê ye bijartin. Hem li gorî hêjabûyîna fîlman û hem jî li gorî derfetên festîvalê ev bijartin pêk hat. Li 5 salonan dê ev fîlm bên pêşandan û her fîlmek dê 2 caran bê pêşandan û di nav çar rojên festîvalê de dê ev pêş bikeve. Lê bi giştî dema ku jûrî nirxandan xwe dike li ser naverok û hêjabûna fîlman nirxandina xwe dike û fîlmên baş dibêjêr e. Di destpêkê de rûriya me yek bi yek li fîlman temaşe kirin û piştre jî bi giştî li ser fîlman nirxandin kirin.”

Armanca 4 temaya festîvalê

Di 9emîn Festîvala FîlmAmed de dê bi 4 temayan xelat bê dayîn. Dîlan Toftîk li ser van temayan, girîngî û armanca xwe ya ji van temayan jî axivî û wiha got: “Em dixwazinaliyê wan temayan derxin pêş. Di mile dad û heqîqetê de dê bi Temaya: Wekheviya Civakî Mafê Mirovan xelat “Dad û Heqîqetê ya Orhan Dogan” bê dayîn. Temayek me li ser azadiya jinê ye. Di vî warî de fîlmên bi awayekî xurt azadiya jinê derxistiye pêş dê bi Temaya: Ji Siyê ber Bi Ronahiyê Ve; Rêwîtiya Jinan dê xelata “Azadiyê Ya Leyla Qasim” bê dayîn. Temayek jî li ser ekolojiyê ye. Naveroka kîjan fîlmî ekolojî be û derhêner ekolojî di fîlama xwe de xurt dabe xuyakirin dê bi Temaya: Xwezaparêzî; Ji Rehan Ber Bi Siberojê ve xelata “Baxceyên Hewselê” bê dayîn. Ya din jî wekî bi temaya civakî û bijarintina gel dê xelat bê dayîn ew jî Temaya: Jûriya Gel e ku ji bo wê jî dê xelata “Gel a Kemal Kurkut” bê dayîn. Ji bo wê jî dê li 5 salonên me sindoq hebin piştî temaşeya fîlm dê temaşevan dengdayînê bike. Di vê temayê de jî kîjan fîlmî dengê herî zêde girtibe dê “Xelata Kemal Kurkut” jê re bê dayîn. Armanca me jê ew ew e ku bi van temayan van navan bidin jiyîn, hem jî em meseleyên civakî yên