Li pêşiya Mizgefta Mezin dîwana dengbêjan hat danîn

Di çarçoveya Cejan Zimanê Kurdî de li Mizgefta Mezin a li Sûrê dîwana dengbêjan hat danîn.

1 deqe xwendin
Li pêşiya Mizgefta Mezin dîwana dengbêjan hat danîn

Li Amedê di çarçoveya çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, ji aliyê saziyên zimanê kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk dîwana dengbêjan hat danîn. Dîwana ku li pêşberî Mizgefta Mezin hate danîn, dengbêj Naîfê Mûnisî, Sidîqê Pasûrî, Mistefayê Botî û Mihemedê Licê beşdar bûn. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdarî çalakiyê bûn û welatiyan eleqeyek zêde nîşanî çalakiyê dan.

Di çalakiyê de ji bo parastina zimanê kurdî û têkoşîna li dijî bişaftinê banga xwedîderketina li kurdî hate kirin.