Li Gundikê Melî Adarokê hat pîrozkirin

Li bajarokê Gundikê Melî çalakiya Adarok a ku sedsalan e tê lidarxistin, îsal jî bi coş hate pîrozkirin.

1 deqe xwendin
Li Gundikê Melî Adarokê hat pîrozkirin

Bajarokê Gundikê Melî yê Şirnaxê, pîrozbahiya Adarokê ya ku bi sedalan e bûye sembola hatine biharê, hate lidarxistin. Ev çalakiya ku nêzî 350 sal in tê pîrozkirin, li herêma Bestayê hate lidarxistin. Tevî Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û civakî bi sedan welatî beşdarî çalakiyê bûn. Herwiha ji welatiyên bajar û navçeyên derdorê jî beşdarî çalakiyê bûn. 

Di çalakiyê de di sîtilên mezin de xwarin hate çêkirin, lîstikên gelêrî hatin lîstin, suhbert hatin kirin û dengbêj stirîn.