Jineke şoreşger û hunermend a kurd: Hozan Mizgîn
Deng û awaza muzîka kurdî û şoreşê, Hozan Mizgîn 34 sal in bi awayekî zindî di dilê gelê kurd de dijî. Ew jineke hem şoreşger û hem jî hunermend bû.

Di salên 1990î de nifşek ciwanên kurd li ber stranên Koma Berxwedan û Hozan Mizgîn mezin bûn. Li bakurê Kurdistanê di salên 90î de di her malekê de û li ber her teybekê ji bandên Koma Dengê Azadî, Koma Agirê Jiyan, Koma Amed û Koma Berxwedan hebûn. Yek ji dengî di bîra me de maye û êdî bûye bingeha hunera kurdî jî dengê Hozan Mizgîn e.
Gurbet Aydin bi nasnav Hozan Mizgîn, sala 1962yan li gundê Bileyder a Êlihê çavê xwe li jiyanê vedike. Beriya derbeya 1980yî bi demekî kurt tevlî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dibe. Li Êliha wê demê ku tevger û sendîkayên bihêz ên karkeran xebatê dimeşand, tevgera Apoyî PKKê nas dike. Wê demê yek ji damezrînerê PKKê Mazlûm Dogan li Êlihê xebatên propagandayê dimeşîne û mal bi mal digere. Hozan Mizgîn jî di vê demê li gel komek ciwanên Êlihê tevlî PKKê dibe. Bi vî awayî dibe jina yekemîn a ji herêma Êlihê tevlî nava refên PKK’ê bûye.
Mizgîn ji bo perwerdeya îdeolojîk a Tevgera Apoyî bibîne, berê xwe dide kampa perwerdê ya Bekaayê. Piştî temamkirina perwerdeya bîrdozî ya PKKê, vesazkirina wê ji bo rêxistinkirina xebatên çand û hunera Kurdî ji Ewropa re çêdibe. Hozan Mizgîn li gel Hozan Sefkan ji Bekaa’yê derbasê Ewropa dibe. Li gel Hozan Sefkan bingeha ‘Huner-Kom’ û ‘Koma Berxwedan’ diavêje.
Hozan Mizgîn ji bo ku qada hunerê bi rêxistin bike di 1983yan de dişînin Ewropayê û di avakirina Huner-Kom û Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê-YJWK de cih digire.
Hozan Mizgîn piştî li Ewropa dest bi xebatên hunerî û çandî kir, di demeke kurt de karî hem komên stran gotinê yên hunera şoreşa Kurdistanê û netewî pêşdixin, biavêje hem jî gelek berhemên nemir yên weke, ‘Çemê Hêzil’, ‘Lo Hevalo’ û ‘Gundîno Hawar’ derbixe. Ev berhemên hunerî yên Hozan Mizgîn û avakirina komên stranan bûn yek ji materyalên bihêz ên propagandaya şoreşê. Ji ber stranên wê Kurdîbûn û şoreşgerîbûn, li Tirkiyeyê qedexe bû. Lê gel ew kasetên qedexekirî yên Hozan Mizgîn, bi veşartî guhdar dikirin.
Hozan Mizgîn piştî xebatên xwe yên serkeftî yên di qada çand û hunerê de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hozan Mizgîn destpêkê weke fermandara eyaletê derbasê Mêrdînê dibe, paşê li ser pêwîstiyan derbasê herêma Garzanê dibe. Hozan Mizgîn ku li Garzanê jî yekem jina fermandara eyaletêye, li gel birêvebirina şerê çekdarî, xebateke berfireh a propagandaya çekdarî jî li Garzanê pêşdixe. Ji bo bikare xwe bigihîne jinên Garzanê, gelek caran mîna wan çarşefê li xwe dike û xebatên rêxistinkirinê dimeşîne.
Hozan Mizgîn ku weke jineke fermandar û hunermendeke şoreşger li herêmê deng vedide, dibe armanca êrîşên leşkerên artêşa tirk. Di 11ê Gulana 1992yan de dema ji bo wezîfeyek dixwaze ji Garzanê derbasê Tetwanê bibe, di malekî de li ser îstîxbarata herêmî ya sîxûran, leşkerên artêşa tirk, malê dorpêç dikin. Hozan Mizgîn ji bo nekeve dest teslîmiyetê qebûl nake û bi çeka xwe dawî li jiyana xwe tîne.
Piştî şehadeta Hozan Mizgîn, Hozan Serhad bi strana “Mizgîna çeleng, xwedî nav û deng” wê bi bîr tîne. Ji wê rojê ve heta îro, li çar aliyê Kurdistanê, navê Mizgînê li zarokên tê kirin. Hunermendên Kurd jî li ser mîrasa hunera şoreşgerî ya ku Hozan Mizgîn li pey xwe hiştiye, xebatên xwe didomînin.
Hozan Mizgîn bi deng û awazên xwe di dilê gelê kurd de cih girtiye. Dengê Mizgîn li ser nifşên wê demê bandoreke mezin ava kir. Nifşên li ber stranên Hozan Mizgîn mezin bûn nifşên salên 80 û 90î bûn. Gelek jinên ciwan bi rênîşandana Mizgînê tev li têkoşîn û xebatên çand û hunerê bûn. Îro bi sedan zarokên kurd bi navê Mizgîn tên nasîn. Stranên wê hê jî li ser zimanan e û di bîra nîfşên îro de ye.
Hunermend Hozan Seyîdxan ku demek dirêj li gel Hozan Mizgîn xebebitî di hevpeyvîneke xwe de wiha qala Hozan Mizgîn dike: “Mizgîn di sala 1982an de tev li xebata me bû. Hevala Mizgîn weke hunermendeke erkdar hat. Bi hatina hevala Mizgîn re hinekî şêwaza xebatên me guherî. Hinek rê û rêbazên ku êdî em ê çawa bikaribin bi rêya çand û hunera kurdî ji bo kurdên li dîasporayê bibin bersiv ket rojeva me. Em ê çawa bikaribin pêşî li asîmîlasyonê bigirin an jî xwedî li nirxên çand û hunerî derkevin bi hatina hevala Mizgîn re şêwaza rêxistinbûnê derket. Di heman demê de weke jineke kurd pir zehmetiyên wê serdemê jî hebûn bi erkeke niştimanî têkeve nav tevgera azadiyê. Kesayeta Mizgîn ji bo me bi serê xwe raperînek bû.”
Hozan Seyîdxan destnîşan dike ku weke jineke kurd rola Mizgîn sereke bû û dibêje: “Heval Mizgîn bi hatina xwe re ji jinan re bû moral û bû wesîleya tevlîbûna jinan a qada çand û hunerê. Bi rastî jî xwedî rol û kesayeteke bêhempa bû. Di qada çand û hunerê de rola hevala Mizgîn roleke sereke bû. Dengxweş bû û stranên gelêrî û şoreşgerî hez dikir. Berhemên xwe bi xwe diafirandin û bi koma xwe re parve dikir. Bawer bikin bi dehan jinên ciwan ji ber dengê wê ji ber helbest, stran, sekina wê ya xweîfadekirinê tev li xebatên me yên çand û hunerê yên Ewropayê bûn. Heta dawî mutewazî bû, heta dawî gelêrî bû, hestên civakê baş nas dikirin, pênase dikir û nêzîkatiyên wê tim ên serkeftî bûn. Ji bo me jî bîranîna wê ya herî sereke nêzîkatiya wê ya li nirxên civakê û nirxên têkoşînê bûn. Wê ev hestên xwe hem li ser dikê hem jî di pratîka xwe de bi me re parve dikir.”
Hunermendeke jin û şoreşger bû
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Alî Haydar Kaytan ku di 1981ê de Hozan Mizgînê nas dike, ji bo kesayetiya wê wiha dibêje: “Mizgîn beriya her tiştî jin, şoreşger û hunermendek bû. Nûnera serdema herî bi êş a dîroka jina Kurd bû. Mimkun e ku mirov wê wekî zanaya êşan jî pênase bike. Beriya her tiştî şoreşgereke jin, hunermendek, milîtaneke partiyê û gerîlayek bû. Her sê taybetmendî jî di kesayetiya xwe de şênber dikirin.”


