Hozan Mizgîn li Qoserê hat bibîranîn

Hozan Mizgîn ku bi hunera xwe ya şoreşgerî bandoreke mayînde hişt, di 34emîn salvegera koça xwe de li Qoserê hat bibîranîn.

1 deqe xwendin
Hozan Mizgîn li Qoserê hat bibîranîn

Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) ku hunera wê bandoreke mayînde hişt, di 34emîn salvegera koça wê de, ew bibîr anî. Gelek kes beşdarî bîranîna ku li gundê Xûrsê yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat lidarxistin bûn.

Rêvebera Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Sema Ozel Asi, di bîranîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir de axivî û diyar kir ku Hozan Mizgîn di bîra gelê kurd de cihekî girîng digire û got: "Hozan Mizgîn ne tenê hunermendek bû. Ew navek bû ku bi deng, helwest û melodiyên xwe berxwedana gel xurt kir. Tevî salên ku derbas bûne jî, stranên wê di dilê gel de dijîn." Sema Ozel Asi bal kişand ser zext û qedexeyên li ser hunermendên kurd û got: "Îro zext û zordariya li ser ziman û çanda Kurdî berdewam dike. Lêbelê, mîrateya ku Hozan Mizgîn hiştiye nîşanî me dide ku huner û çand dê di her şert û mercî de bidome."

Bîranîn bi stranên ku ji hêla Hozan Mizgîn ve hatine gotin, bi dawî bû.