Di navbera agir û heviyê de

“Min li vir hevokek danî. Bila hinek derdê me bibihîzin. Helbest çima heye? Bila yên din jî êşa

1 deqe xwendin
Di navbera agir û heviyê de

“Min li vir hevokek danî. Bila hinek derdê me bibihîzin. Helbest çima heye? Bila yên din jî êşa

dinyayê hîs bikin! Bila êş dî dilekî de asê nemine…” Bîrkan Keskîn

1, 2, 3…13, 14, 15… Hejmar rehete, lê her hejmar caneke.

Jiyanên di nav agir de winda bûne di dilê yên mane de birînên kûr dihêlin. Zehmet e ku mirov êş û

windahiyên li dû vê tofanê bi gotinan bîne ziman. Kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane ne

tenê îstatîstîk in; her yek çîrokek e, jiyanek û malbatek e.

Di navbera Mêrdîn-Şemrex, Amed-Xana Axpar de ji ber ku dîrekê ceyranê dar bûn û kevn bûn

agir pêk hat. Ger tedbîr neyên girtin li bajar û gundên derdorê agir û mirin wê zêde bibin. Di vê

pêvajoyê de şaredariyên derdorê bi hev re di nava hevgirtinê de ne û hemû derfetên xwe bi kar

tînin. Ev hevgirtin vê êşê kêm nake, lê mirov serbilind dike. Piştgiriya gel û xizmetên ku şaredarî

dixwazin bidin piştî demekê kêm dimîne. Pêwîstiya sazî û rêxistinên din jî hene, hemû

xebatkarên tenduristiyê, parêzer, wekîl, hevserok, saziyên sivîl ên cîhanê, hûn li ku ne! Werin,

tofan rabû, mirovahî di nav agir de dişewite.

Ev agirê dijwar û bêkesî demên berê anîn bîra me. Valakirina gundên Kurdan û şewitandina

xwezayê ên di salên 1990’î de destpê kirin. Di dema ku valakirina gundan bi giştî ji ber

sedemên siyasî diqewime, şewatê li gundan di encama xemsariyê de rû dide, ku bû sedema

koçberbûna gundiyan û windakirina mal û debara wan. Di her du rewşan de, destwerdanên

hikûmetên herêmî û rêxistinên alîkariyê krîtîk in. Xebatên binesaziyê, bernameyên piştgiriya

civakî û xebatên ji nûve avakirinê roleke sereke di pêvajoya vegera gundên hatine valakirin de

dilîzin.

Kesên ku me winda kirin bîranîn, hêvî û evîn li dû xwe hiştin. Nebûna wan di jiyana hezkiriyên

wan de valahiyên nayên dagirtin çêdike. Birinên ku ji agir derketin ne tenê fizîkî ne; Her wiha

birînên kûr di giyan û dilan de dihêle. Her agir ne tenê xaniyan dike xwelî, di heman demê de

xewn, hezkiriyan û pêşerojê jî dike arî…

Gelê meyî hêja, sersaxi ji me re! We bedenên xwe feda kir da ku xwezaya xwe û canê ku bi we re

hûn biparêzin. Her hebin di dilême de…