Di qezaya helîkopterê ya Îranê de 4 kes mirin

Li Eyaleta Îsfehanê ya Îranê helîkoptereke leşkerî ji ber pirsgirêkên teknîkî ket û pîlot jî di nav de 4 kes mirin.

1 deqe xwendin
Di qezaya helîkopterê ya Îranê de 4 kes mirin

Li gor daxuyaniya berdevkê îtfaîyeyê helîkoptereke leşkerî li navçeya Xumeynî ya bajarê Dorçeyê ya Eyaleta Îsfahanê ket û 4 kes mirin. Buyer li gor saeta heremî saet 09.09an pêk hat û helîkopter ket ser pazara fêkî û sebzeyan.

Hat destnîşankirin ku helîkoptera leşkerî ketiye ser qada bazara fêkî û sebzeyan. Hat gotin ku li gel pîlot û alîkarê pîlot, 2 kesên li bazara fêkî û sebzeyan jî tê de bi giştî 4 kes mirine. Rayedaran jî derbarê mijarê de daxuyanî dan û diyar kirin ku helikopter ji ber pirsgirêkên teknîkî ketiye û diyar kirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Beriya niha di 20ê sibata de jî balafira şer ya perwerdeyê ya Îranê li Eyaleta Hemedanê ketibû û pîloteke belafirê miribû û yê din jî bi birîndarî rizgar bûbû. Ji bo ketina balafirê jî hatibû ragihandina ku ketin ji ber pirsgirêkên teknîkî pêk hatiye.