Di rojekê de 3 jin hatin kuştin

Li Stenbol û Enqereyê 3 jin hatin kuştin. Jinek jî birîndar bû.

1 deqe xwendin
Di rojekê de 3 jin hatin kuştin

Ji ber cîbicînekirina mekanîzmayên pêşîlêgirtinê û poîtîkayên îktîdara AKPê, tundiya li dijî jinan her ku diçe zêde dibe. 

Enqere

Çawişê pispor ê teqawid R.B. ku li navçeya Sîncanê ya Enqereyê dijî, hevjîna xwe D.B. û keça xwe I.N.B kuşt û piştre xwe kuşt. Li ser agahdarkirinê, komên tenduristî û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat zanîn ku di êrişê de keça malbatê S.B. jî birîndar bûye. S.B. piştî mudaxileya ewil sewqî nexweşxaneyê hat kirin. 

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Stenbol 

Kesê bi navê S.H. jî li navçeya Çekmekoy a Stenbolê dayika xwe M.H. kuşt. Piştî agahdarkirinê, komên tenduristî û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 

Hat zanîn ku M.H. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye û faîl hatiye binçavkirin.