Di salekê de 61 jin hatine darvekirin

Li gorî rapora HRANAyê, di nava salekê de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 61 jin hatin bidarvekirin.

1 deqe xwendin
Di salekê de 61 jin hatine darvekirin

Aktîvîstên Ajansa Nûçeyan a Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê (HRANA) derbarê binpêkirinên salekê yên dijî jinan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê raporek belav kir. Li gorî raporê ji 21ê adara sala 2025an heya 21ê adara 2026an li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 61 jin hatine bidarvekirin û cezayê darvekirinê li 13 jinên din jî hatiye sepandin.

Hate gotin ku di nava vê demê de, zêdetirî 74 bûyerên destdirêjiya zayendî û 30 bûyerên kuştina jinan jî hatine tomarkirin. Ji bilî vê 187 bûyerên tûndiya malbatê pêk hatiye.

Di heman raporê de hate gotin ku 13 jin ji ber nepejirandina serpoşa bi zorê hatine binçavkirin, 4 jin hatine girtin, ji bo 11 jinan jî doz hatiye vekirin. Her wiha 7 jin jî ji aliyê hêzên Wezareta Îstixbaratê ve ketine ber lêpirsînê.