Dîako: Rêveberiya demokratîk vîna azad ava dike
Platforma Demokratîk a Îranê li Parlamentoya Ewropayê (PE) di konferansa "Îraneke demokratîk bi hev re dihûnin“ de li ser pêşeroja Îranê, avakirina demokratîk û îhtîmalên alternatîf rêxistinên demokratîk li hev kom kir. Di panelê de Dîako Murady anî ziman ku rêveberiya demokratîk vina azad ava dike.

Platforma Demokratîk a Îranê ku rêxistinên nûnertiya gel û civakên cûda yên li Îranê aniye cem hev, li Parlamentoya Ewropayê (PE) konferans li dar xist. Di panelên sêyemîn û çaremîn ên konferansê de li ser avakirina Îraneke demokratîk û îhtîmalên alternatîf ên demokratîk rawestiyan. Di konferansê de her wiha bi berfirehî rewşa heyî ya li Îranê, zextên zêdebûne, bandor û encamên şerê ku ji hêla DYE û Îsraîlê ve hatiye destpêkirin hatin nirxandin.
Di du panelên pêşîn de, bi taybetî nûnerên gelên kurd, belûç û ehwazê diyar kirin ku Îraneke demokratîk û nenavendî wê bibe çareserî. Di panelan de daxwazên ji bo naskirina fermî ya hemû gelan, derfetên wekhev û avakirina welatekî demokratîk û bidawîkirina rejîma otorîter a zordar hatin kirin. Panela sêyem ku bi sernavê "Pêkhateyên avakirina Îraneke demokratîk" saet di 16.00’an de dest pê kir. Berdevka Woman Life Freedom (Jin Jiyan Azadî) Shirin Shams, endamê Lijneya Venêrînê ya Kongreya Azadiya Îranê Ezam Bahramî û rojnamevanê lêkolîner, çalakvan û endamê Lijneya Venêrînê ya Kongreya Azadiya Îranê Kambiz Ghafurî di panelê de axaftin kirin.
Mahdieh Colroo: Bi çavê gel li Îranê binerin
Mahdieh Colroo ewilî axivî û li ser rewşa Îranê rawestiya. Mahdieh Colroo got: "Ez ji we rica dikim ku hûn Îranê tenê wekî pirsgirêkek ewlehiyê an pirsgirêkek dîplomatîk nebînin. Bi çavên gelê wê li Îranê binêrin."
Mahdieh Colroo anî ziman ku gel ne tenê bi dîktatoriyê di heman demê de bi wêraniya êrîşên leşkerî û şer re jî rû bi rû maye û got: “Di êrîşên Îsraîl û DYE’yê de zêdetirî 3,600 kesan jiyana xwe ji dest dane. Zêdetirî 225,000 mal û deverên sivîlan hatine bombebarankirin. 30 zanîngeh hatine bombebarankirin. Bi deh hezaran mal hatine wêrankirin. Bi deh hezaran karker ji ber şer karên xwe winda kirine. Peyama wan zelal û vekirî ye: Em Komara Îslamî naxwazin. Em rejîmeke otorîter a olî naxwazin.”
Azam Behramî: Bajaran wêran dikin
Endamê Lijneya Venêrînê ya Kongreya Azadiya Îranê Ezam Behramî bal kişand ser curbicuriya biyolojîk û wêrankirina jîngehê yên li Îranê û bandora wê li ser jin û zarokan û got: “Curbicuriya biyolojîk tê wêrankirin. Bêyî bandorên li ser jîngehê bêne nirxandin projeyên ku jîngehê wêran dikin dixin meriyetê. Jin, zarok û kal û pîr di xetereya nexweşiyên têkildarî qirêjiyê de ne. Di heman demê de di pêvajoyên koçberiya bi darê zorê de komên herî qurfbar ava dikin.”
Ezam Bahramî wiha berdewam kir: "Pirsgirêka jîngehê di pêvajoyên çêkirina polîtîkayê de ne mijara duyemîn e. Berevajî vê, ew yek ji stûnên bingehîn ên rêveberiya demokratîk e. Rêveberiya demokratîk bêyî demokrasiya jîngehê kêm dimîne; heta ku wekheviya zayendî ya civakî pêk neyê edaleta jîngehê bêwate ye.”
Ghafurî: Siberoja Îranê pirsgirêka navneteweyî ye
Rojnamevanê lêkolîner, çalakvan û endamê Lijneya Venêrînê ya Kongreya Azadiya Îranê Kambiz Ghafurî jî got: "Heke em dixwazin ji bo Îranê paşerojeke demokratîk ava bikin, divê em pêvajoya ji nû ve rêxistinkirina civakê di serdemên tarî yên tijî bêcezatî, nezelalî û neheqiyê re derbas nekin. Paşeroja Îranê ne tenê meseleya Îranê ye; di heman demê de meseleyek e ku wijdanê demokratîk ê civaka navneteweyî eleqedar dike."
Shirin Shams: Tevgera Jin Jiyan Azadî siberojeke hevpar dixwaze
Berdevka Woman Life Freedom (Jin Jiyan Azadî) Shirin Shams bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan û got: "Bingehên şoreşgerên ku Komara Îslamî li ser wan hatiye avakirin êdî tevahiya rejîman hatine asta ku bên lêpirsînkirin. Îro, mirov bi dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' azadî, rûmet û şexsiyeta mirovan têdikoşin. Ev tevger ji Kurdistanê heta Tehranê, ji Belûçistanê heta Azerbaycanê, ji Xuzistanê û heta herêmên din ên Îranê belav bûye. Jin û mêr, Kurd û Faris, Belûç, Lor, Ereb, oldar û bê ol; bi kurtasî, mirovên xwedî nasnameyên cuda li ser noqteyek hevpar hatone gel hev: Ji bo bidawîanîna Komara Îslamî û avakirina jiyanek li ser bingeha rûmeta mirovan. Tevgera Jin Jiyan Azadî vê wateyê dihewîne; koka etnîk ya mirovan, baweriya wan û cudahiyên wan ên civakî çi dibin bila bibin, ew daxwaza jiyaneke wekhev û pêşerojeke hevpar dikin.”
Dîako Murady: Tenê guhertina hikûmetê pirsgirêkê çareser nake
Di panela çaremîn û dawîn a bi sernavê "Paşeroja Îranê û îhtîmalên alternatîfên demokratîk" de endamê Konseya Rêveber a Platforma Îrana Demokratîk Diako Murady, Cîgira Sekreterê Giştî yê Komele Fariba Muhammedî, nûnera hevgirtina ji bo azadî û wekheviya li Îranê Kambiz Faroughi, damezrînera Network Azadî û endama Lijneya Venêrînê ya Kongreya Azadiya Îranê Negin Shiraghaeı û Şêwirmendê Bilind ê Kongreya Hevbeş a Demokratên Federal Hasan Shariat-Madari axivîn.
Diako Murady diyar kir ku pêdivî bi pêvajoyeke nû heye û vê yekê wekî "modernîteya demokratîk" pênase kir.
Dîako Murady got: "Ger em pirsgirêkê tenê bi desthilatdariya siyasî, gendeliya aborî, an jî têkçûnên rêveriyê ve sînordar bikin, em ê bi rastî di nav mantiqa ku van krîzan çêdike de bimînin. Guhertina hikûmetê, şoreş, reform û ji nû ve nivîsandina destûrê bi tena serê xwe pirsgirêka bingehîn a Îranê çareser nake. Ji ber ku mantiqa têkiliya di navbera desthilatdarî û civakê, mirovahiyê, xweza û jinan de neguherîne.”
Dîako Murady li ser rêxistinkirina civakên wekhev û azad ên li ser bingeha xwerêveberiya demokratîk rawestiya û diyar kir ku di modelek rêveberiyê ya wisa de, mirov wê "kar û barên herêmên xwe birêve bibin di heman demê de beşdarî karûbarên hevpar ên li seranserê welat jî bibin. Modelek wisa ya hevjiyanê wê bingeha aştiya mayînde, civakek demokratîk û hevgirtina li ser bingeha îradeya azad ava bike.”
Mekanîzmaya hevbeş bê afirandin
Hesen Şerîet-Medarî diyar kir ku ger dixwazin di pêşerojê de ji bo pirsgirêkên bingehîn ên Îranê çareseriyên mayînde bên dîtin, divê ev mijar ji îro ve were nîqaşkirin. Şerîet-Medarî got: “Divê rêxistinên etnîkî, siyasî û civakî yên ku girêdayî rêgezên demokratîk in divê van mijaran bi hev re nîqaş bikin. Ji ber vê yekê, avakirina mekanîzmayên diyalog û şêwirmendiyê di navbera rêxistinên siyasî û saziyên demokratîk de girîng e. Pêşniyara me ew e ku bi beşdariya aliyên cûda mekanîzmayek hevbeş were afirandin û di vê çarçoveyê de pêvajoyek bêalî ya siyasî û lihevkirinê were pêşxistin.”
Fariba Muhammedî: Divê raman bibin pratîka civakî
Cîgira Sekreterê Giştî yê Komeleyê Fariba Muhammedî li ser navê Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilat axivî û got: "Komara Îslamî bi salan e hewl dide ku îradeya jin û civakê bitepisîne. Lê jin û gel daxwazên xwe yên ji bo demokrasî û azadiyê bilind kirine. Me rastiya civakek pirneteweyî û pirçandî nas kiriye û qebûl kiriye. Me parazvaniya rakirina cudakariya zimanî, etnîkî, zayendî û olî kiriye."
Fariba Muhammedi diyar kir ku ew dixwaze balê bikişîne ser xalek taybetî û got: "Hêzên siyasî û civakî yên ku bingehek civakî heye dikarin ramanan veguherînin pratîka civakî. Ev pir girîng e."
Fariba Muhammedî destnîşan kir ku tevgera "Jin Jiyan Azadî" mînakek şênber a vê yekê ye û got, “Em bûn şahid ku bê çawa ramanek veguherî tevgerekê, ji bajarekî ber bi bajarekî din ve belav bû û di dawiyê de bandor li tevahiya Îranê kir."
Ferîba Muhemmedî anî ziman ku jinan di dema tevgera Jin Jiyan Azadî de bedelên giran dane, lê tevî vê yekê jî, wan dev ji têkoşîna xwe bernedan û daxwazên xwe yên ji bo azadiyê bedewam kirin.
Kambiz Faroughî: Ev ne tenê şerekî leşkerî ye
Nûnerê hevgirtina ji bo azadî û wekheviya Îranê Kambiz Faroughî, bal kişand ser bandorên şerê di navbera DYE û Îsraîl û Îranê de û got: "Berî her tiştî, divê were zanîn ku ev şer ne tenê şerekî leşkerî ye. Ew di heman demê de di bin siya binpêkirinên mafên mirovan û darvekirinên berfireh de li Îranê pêk tê. Vê rewşê derfet da Komara Îslamî ya Îranê ji atmosfera şer sûd werbigire. Rejîmê şert û mercên şer bikar aniye da ku zexta li ser girtiyên siyasî zêde bike û darvekirinan berdewam bike.”
Negin Shiraghaei: Ev enerjî ji ku tê?
Damezrînera Network Azadî û endama Lijneya Venûrînê ya Kongreya Azadiya Îranê Negin Shiraghaei diyar kir ku tevî hemû tepeserkirin û zordariyê, ew her tim ji xwe dipirse: "Hêvî ji ku tê? Ev enerjiya ku îro me li ser piyan dihêle ji ku tê?"
Negin Shiraghaei wiha wiha berdewam kir: "Tevî van hemû êşan, van hemû windahiyan û van hemû zehmetiyên ku em her roj ji nû ve dijîn, em çawa vê hêzê dibînin? Ev enerjî ji ku tê? Ji ber ku em jiyana xwe didin aliyekî û ji bo avakirina pêşerojê têdikoşin. Bawerim tişta a ku îro hêviyê dide min ev e. Em di nava şerekî ku jîngehên xwezayî û ekosîstemên Îranê tehdît dike de ne. Di heman demê de, mirov ji bo jiyan û azadiya xwe şer têdikoşin.”
Çavkanî: ANF


