Dîlan Çetînkaya: Dema ku em çalakî û xebatên xwe xurt bikin, kes nikare me tune bike

Hevseroka CDK-Sê Dîlan Çetînkaya têkildarî êrişên ku li rojavayê Kurdistanê û li Bakur û Rojahilatê Sûriyeyê pêk tên, anî ziman ku daxwaza dewleta tirk, çeteyên HTŞê û SMOyê têkbirina destkeftiyên kurdan e.

1 deqe xwendin
Dîlan Çetînkaya: Dema ku em çalakî û xebatên xwe xurt bikin, kes nikare me tune bike

Ji 6ê Çileyê ve li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê şerekî dijwar ji aliyê dewleta tirk, çeteyên HTŞê û SMOyê ve pêk tên. Li dijî van êrişan li her aliyê Kurdistanê û cihanê çalakî tên lidarxistin. Di çalakiyên ku li bakurê Kurdistanê tên lidarxistin de tevî zext û êrişa polisan jî gel bi israr li dijî şerê heyî çalakiyên xwe didomîne. 

Em der barê êrişên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên bi hevseroka Konseya Demokratîk a Kurt (CDK-S) Dîlan Çetînkaya re axivîn. 

Dîlan Çetînkaya di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku êrişên heyî bi erêkirina hêzên navneteweyî pêk tên û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku li Rojava DAIŞ li dijî têkoşîna jinan û îradeya gelê wir têk çûn. Dîsa jî dixwazin ku îradeya gelê kurd bişkînin. HTŞ hişmendiyeke paşverû û tarî temsîl dike. Ji nûbûyînê ditirse û jinan weke kole dibînin, demokrasiyê û wekheviyê jî nasnakin. Li rojavayê Kurdistanê jî jiyaneke wekhev û pergaleke ser xeta jinan hat avakirin. Pergaleke jiyanî ji xwe re weke dijmin dibînin. Ji ber vê yekê duh çawa eriş dikirin îro jî wisa eriş dikin. Duh navê wan DAIŞ bû îro bûne HTŞ. Dijminatiya wan a herî mezin li dijî xeta azadiya jinan e. Tehemûla wan ji destkeftiyên kurdan re tune ye. Çiqas cîhadîst bin jî netewperestiya ereb bi wan re xurt e. Êrişên wan jî li ser van esasan tenê kirin. Dewleta tirk jî berê wan dide Rojava. Jixwe ev konseptek navneteweyî ye.”

‘Hêza me jî çareya me jî heye’

Dîlan Çetînkaya bi lêv kir ku  dewleta tirk ji aliyekî ve dixwaze li Bakur pêvajoyek bimeşîne û li aliyê din jî li Rojava êrişên kurdan dike wiha got: “Ev yek vekirî hişmendiya dewleta tirk derdixe holê ku dixwaze hêzên kurd parçe bike. Jixwe re dibêje; dema ku ez li Bakur dest û piyên kurdan bi pêvajoyê ve bidin girêdan, ez ê bi hêsanî êrişê Rojava bikim. Lê ne gengaze ku kurd vê yekê qebûl bikin. Sînor di nava kurdan de têgeheke pir suniye û tu wateyeke xwe tune ye. Dibe sed sal berê dewletan sînorên kurdan kiribin çar parçe, lê di aliyê ruh û mêjî de nikare kurdan bike çar parçe. Ev yek dema şerê Kobanê de jî diyar bû ku kurdên Bakur sînoran nas nekirin û derbasî wir bûn. Niha jî kurdên Başûr derbasî Rojava bûn. Dîsa li Nisêbînê gel sînoran nas nekirin û gelê Bakur derbasî Rojava bûn. Ew nikarin plana xwe li ser kurdan bimeşînin. Em ê van êrişan bi îradeya xwe têk bibin. Dijmin baş dizane em serî li ber wan natewînin. Bila kes kurdan bê hêz nebîne, hêza me jî û çareya me jî heye. Dema ku em çalakî û xebatên xwe xurt bikin, kes nikare me tune bike.”

‘Dê ev sed sal bi ruhê Jin Jiyan Azadî bibe sed sala kurdan.’

Di berdewama axaftina xwe de Dîlan Çetînkaya got ku li taxên Şêxmexsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê berxwedaneke pir bi rûmet hatiye dayîn û wiha pê de çû: “Ziyad Heleb û hevalên din asteke pir jor danîn pêşiya xwe û ji bo teslîm nebin xwe feda kirin. Ev jî karakterê vê pêvajoyê ye, gotin; êdî kurd teslîmiyetê qebûl nakin. Em jî dibêjin em hevalên wan in, kes nikare me teslîm bigire. Em ê bi têkoşîna xwe li her çar aliyên Kurdistanê dijmin têk bibin. Dê ev sed sal bi ruhê Jin Jiyan Azadî bibe sed sala kurdan.”

Dîlan Çetînkaya di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku heta ku Îsraîl bi çeteyên HTŞê re li hev nekiribû her roj qala mafê kurdan dikir û got: “Li taxên Şêxmexsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê yên ku kurd lê dijîn komkujiyek pêk hat. Niha li Dêr Hafir, Reqa, Tebqa û niha Kobanê dorpêç kirine, lê Îsraîl dengê xwe dernaxe. Beriya vê yekê xwestin ku kurdan ji xwe re weke amûrek bikar bînin. Lê kurd xwe nexistin wê astê, ji bo wî jî hevakarên xwe dîtin û bi HTŞê re êrişên li ser Rojava dikin. Dewleta tirk û Amerîka vî şerê bi hev re organîze dikin. Jixwe duh li civîna Davosê jî Tramp û Tom Barrack amade bûn aşkere anîn ziman, ku ew li pişt komkujiyan e. Jixwe Tom Barrack her roj bi devê dewleta tirk û çeteyên HTŞê diaxive. Her roj li ser maseyê dibe garantor lê dema ku HTŞ eriş dike dengê xwe dernaxe. Tê ji kurdan re dibêje gavek ji paş ve biavêjin. Vê yekê li Helebê û li bajarên din jî wisa dikir, jixwe diyar e ku ev yek planeke navneteweyî ye û gelek hêz di nav de rol girtine.”