Dîlan Yeşîlgoz dê bibe wezîra parastina Holandayê
Partiyên Holandayê yên k udi hilbijartinê de bi ser ketin ji bo avakirina hikûmeta nû li hev kirin.

Hilbijartinên parlementoya Holandayê sê meh derbas bûn. Partiyên Holandayê yên k udi hilbijartinê de bi ser ketin ji bo avakirina hikûmeta nû li hev kirin. Dîlan Yeşîlgoz a Seroka Partiya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) dê di kabîneya nû de dibe alîkara serokwezîr û wezîra parastinê.
Dîlan Yeşîlgoz di dema êrişên li ser rojavayê Kurdistanê de, dilgiraniya xwe anîbû ziman û gotibû: “Divê tundiya li dijî kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê were rawestandin. Ew kurdên qehreman ên ku di şerê li dijî terorê de qurbanî dan, niha rûbirûyî destdirêjî û heqaretê dibin.”


