Dîrok di destan û stranê de veşartî ye

Der barê kar û xebatên nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç de, her wiha nêrînên wî yên têkildarî romana kurdî, kurdên bi zimanekî din dinivîsin û hin mijarên din, me sohbetek ji bo xwînerên rojnameya xwe...

1 deqe xwendin
Dîrok di destan û stranê de veşartî ye

Der barê kar û xebatên nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç de, her wiha nêrînên wî yên têkildarî romana kurdî, kurdên bi zimanekî din dinivîsin û hin mijarên din, me sohbetek ji bo xwînerên rojnameya xwe amade kir.

Zarokatiya te jî wekî ya piraniya kurdan di nav xizanî û koçberiyê de derbas bûye. Piştî ku tu bi salan li Ewropayê jiyayî, ji wê jiyana zarokatiya te herî zêde çi tê bîra te û tişta ku ji jiyana wê zaroktiyê heta niha bandora xwe li jiyana te dike çi ye?

Kalikê min bi guleya dagirkeran hatibû kuştin, her wiha gelek merivên me jî li Dêrsimê hatin kuştin. Ew êşa sewîtiya bavê min a siya xwe berdabû ser giyanê min tu car pêsîra min berneda, piştî erdheja Gimgimê (1966) ez çûm dibistana Mamosteyî ya Manîsa Demîrciyê. Li wir tim şerê me û zarên rûman ên ku ji xwe re tirk digotin hebû, ev her du diyarde her û her bûn hêza niştimanperweriya min.

Di salên pêncî û şêstî de, lîwana xaniyê bamariyê bavê min zivistanan weke dîvaneke çandê bû. Li wê lîwanê çîrokbêjan çîrokên dirêj, yên bi helbest û stran vedigotin, em zarok jî li pişt derî rûdiniştin û me ew çîrok guhdarî dikirin. Çîroka wê demê bandoreke mezin li min kiribû çîroka “Şêxmûs û Sindiyan” bû. Jê beşeke stranî: “Geliyê Kelareşê bişewite wa bi sinc e /Doh vê çaxê heft birayê min li pişta hev bûn îro du jê çûne, mane pênc e!” Piştî lêkolînan min dît ku ew çîrok serpêhatiyeke rast e. Her wiha çîroka Comerd jî çîroka Gaumadayê neviyê Aştiyago ye. Ji wê hê jî di nav lêkolînan de me.

Xebatên te yên der barê rêziman de jî hene. Li gorî te bi kurtasî pirsgirêkên sereke yên rêzimana kurdî çi ne?

Her ziman bi serê xwe nêrîn û têgihîştineke cihanî ye, yanî ziman xwedan pergaleke xwerû û sîstematîk e. Qelsî û kêmasî ne di ziman û pergala zimanan de ye, kêmasî yê axavêran e. Ji zimanê xwedî pergaleke bêkêmasî yek jî, zimanê kurdî ye. Mînak dikurdî de hemû lêkerên têper û têneper ji hev diqetin, mijara zayendê ji zimanên din zêdetir xwedanê hin rêgezan e. Pirsgirêk ne ziman, pirsgirêk kesayetiyên li ser ziman dixebitin bi xwe ne. Lewre yek bi têgihîştina tirkî, yê din bi têgîhiştina erebî nêzîkî ziman dibe. Hin ji devoka herêma xwe wek navenda zimanê kurdî digirin, rastiyên di devok û zaravayên din de nabîne. Yanî nikare bi giştî li ziman binêre, pirsgirêk ev e. Lê êdî akademîkerên bi zanyariya ziman nêzîkî ziman bibin gelek in. Divê kes bi serê xwe hin rêgezan weke kelem daneyne pêşiya ziman. Mînak bi “paşeroja” heremî, “pêşeroj û paşeroj” teklihev kirin. Bila pêsîra ziman berdin, pergala ziman di pêvajoya nivîsandin û perwerdeya zanistî de bi xwe rûdine.

Tu dikarî ji kerema xwe, hinekî behsa azmûna xwe di nivîsîna romanê de bikî û bi giştî mirov çawa dikare taybetmendî, şêwe û terza romana kurdî bi nav bike, ev azmûn di çi pêvajoyan re derbas bûye?

Li her welatî azmûnên cuda yên pêşketina romanê hene. Ev bi şêweya vegotin û bi dîroka gelan ve girêdayî ye. Ji wê ji sedî sed texlîtkirin ne rast e, yan jî ez rast nabînim. Di nav civaka kurd de, vegotinên çîrok, mesnewî û destanan xwedan taybetiyan e. Ji destana Memê Alan bigire heta Dewrêşê Evdî, ji stranên dengbêjan bigire heta çîrokên bi çend demjimêran dikudînin, her yek xwedan awayekî vegotinê ye. Mînak, min romana “Serwerê Med Aştiyago” li ser bingehê vegotina destana Memê Alan nivîsî. Romana “Asoyên Dînan” jî li ser bingehê vegotina çîroka “Şêxmûs û Sindiyan” nivîsî. Bêguman mirov dikare şêweyên li cîhanê hene; weke modern, postmodern jî bi kar bîne, lê divê di wan de jî, şêweyê vegotina kurdî serdest be. Her wiha divê rengê xweza, anane, lixwekirin, ken û henekên kurdî lê hebe. Her gelî piraniya dem, rûdan û kesayetiyên dîroka xwe kirine roman. Dîroka me ji ya her gelî bijantir e, divê em bi kêmasî di romanan de wan êşên dîrok û civakê vekin. Gelên din ji dema destpêka romanê bigire, heta postmodernîzmê di her demê de roman nivîsandine. Ji ber rewşa me û welatê me, me dereng dest pê kir. Me nekarî em anegorî deman roman biafirînin, ev jî xweber bû egera têkilhevkirina klasîk, modern û postmodernîzmê.

Her wiha di romanê de şêweyê vegotinê, rewş û cîhana têgihîştina karekteran, têkiliyên di navbera karekteran de, dem, cih û warê ku roman li ser rûniştî, şayesandin, biwêj, gotinên pêşiyan, forma ken, girî, şîn û baneşan, awayê axaftinan rengê romanê diyar dikin.

Dema meriv li serhatiya te ya romanê dinihêre, meriv dibîne ku berê te bêtir li nivîsandina bûyer ango romanên dîrokî ye. Gelo di nivîsandina romanên dîrokî de zehmetiyên çawa li benda nivîskar in?

Ji bo kurdan mijara herî dijwar nivîsandina dîrokê û romanên dîrokî ne. Ev mîna bi derziyê kolana bîrekê ye. Lewra ne tenê dagirkerên welatê me her tişt belovajî kirine, dîrokzanên biyanî jî gelek caran ji bo xewnên xwe ûbalkişandinê çîrokên derêhiş nivîsîne. Mînak; Herodot, Aştiyago weka cinawirekî nîşan daye, lê Xanephon di Kîropedya xwe de Aştiyago wekî Miroveke Kamil û pêxemberekî venivîsandiye. Di çavkaniyên ermenan de jî Aştiyago wek kesayetiyekî xwedayî hatiye venivîsandin. Rastî jî ev e. Di xebata rêzdar Ezîzê Cewo “Zerdeşt Pêxember û Rûpelên Dîroka Wendabûyî” de zelal dibe ku Aştiyago li ber destê Zerdeşt Spîtama xwendiye.

Hin kesayetiyên kurd yên dîrok nivîsîne jî, bi giranî çavkaniyên dagirkeran bi kar anîne. Mînak, Darios I. (Dara Yawuş Arşama) wek kurd, bavê wî Hîstaspayê xwînxwar jî pîroz nîşan dane. Lê Darios I. bi xwe rêberên eşîrên Medan ên wek Fravartîş, Çîçan Taxma, Stran Taxma, Pîr Martî, Vahiyaz Data û û dîl girtî di rolyefên Bestûnê de nîşan daye û di bin de jî wehşeta xwe û bavê xwe Hîstaspayê hov bi vegotineke bê wijdan bi “medî, elamî û akadî“ daye nivîsandin. Mixabin ku di berhemên ku hin kurdan bi navê dîrokê nivîsandine de ev rastî tune ne. Li gel vê rastiyê, divê ke