Dîroka nehatiye nivîsîn…
Di dîroka hatiye xwendin de qeremanî wek ‘karamanogullari’ derbas dibin û tê îdiakirin ku ew ‘dewleteke tirk in’. Ev yek heta roja îro ji aliyê gelek kurd, tirk û biyaniyan ve jî bi vî awayî hatiye zanîn…

Qeremanî, di roja îro de bi heman navî li Xorasanê piranî koçber dijîn! Ez bi rojan li nav wan geriyam. Gelek ji wan tenê zaravayê kurmancî dizanin. Li bakurê Kurdistanê, heta îro ez rastî êl an zendeke bi navê Qeremanî nehatim. Lê êlên di bin sîwana wan de yan bi wan re tevgeriyane hene û ez ê vegerim ser wê xalê..
Heta roja îro nehatibe zanîn jî, çavkaniyên li ber destan îşaret dikin ku bi du dewletên oxûzên-kurda yên li Xorasanê hebûne. Yek li Xorasanê, dora gola Kurdan (Aral), yek jî li Kûhî Reş (Mangişlaqê) hatine damezirandin! Wekî her carê tirk li wan jî xwedî derdikevin û şêniyên wan dikin tirk. Lê rastî berovajiyê vê ye.
Dewleta yekemîn li Xorasana mezin, dîtinên cuda hebin jî li dora salên 750an (-1055) hatiye damezirandin û bi navê ’Oxûz Yabgû’ tê zanîn. Navê dewletê yê resen çi ye em niha nizanin; îhtîmaleke mezin e ku tirkan ew nav dayê. Di kurdî de jî ti wateyên peyva yabgû nîne. Prof. Dr. Sumer dibêje, ’’Arslan Yabgû serokê Oxûzan bû. Siltan Mehmûd ew bi hîle girt û zindanî kir.’’ Îliyev jî berovajiyê vê dibêje, ‘Ew ne navê dewletê ye, ji birêveberên dewletê re yabgû dihate gotin.’’ Ew dîtin rastir xuya dibe; di heman demê de di derheqê wan de dibêjei, ’’Di pêşengiya yabgû de dewlet ji yekîtiya zendan pek dihat. Mîrên wan bi awayekî feodal bi dewletê ve girêdayî bûn û desthilatdariya yabgû pir lawaz bû. Bi beşdarbûna mîrên zendan û civînên ku li serhev dihatin kirin re karên welat bi rê ve dibirin. Bandora mîrên zendan a li ser xelkê pir bû.’’ Ew çerçove bi rastiya zendên kurd ve ji sedî sed hevdu digire û dîtineke maqûl e.
Nexşa dewleta ‘Oxûz Yabgû’, heta navê resen derket holê ez ê vî navî bi kar bînim. Navê paytexta dewletê jî balkêş e ku wek ‘Dêha Nû’ an bi kurmancî Gundê Nû ye ku îro wek Yenî Kent tê zanîn. Dîsa gola Aralê di nav erdnîgariyê de jî ji alî gerokên ereb ve wek ‘gola kurdan’ tê binavkirin.
Çavkaniyên din jî li ser mîrtiyê dibêjin, ’’Oxûzan, li destpêka sedsala 10an dewleteke ku paytexta xwe Yenî Kent damezirandin û navê wê dewleta Oxûz Yabgû bû. Di navbera salên 750-1055an de li herêmê desthilatdar bûn. Ji sedsala 10an bigire êdî hinek beşên oxûzan li herêma Seyhûn di nav tevgerê de bûn û ketin Xorasanê.
M. Kaya, ’’Oxûz ji deryaya kesk heta Seyhûn, Farab, Îsticap û deştên bakurê çem belav dibûn. Ew dibûn du beşên wek uçok û bozok. Li ser wan qralekî bi leqebê xwe yabgû hebû. Di destpêka sedsala 10an de ew serbixwe, bi hêz, şervan, bêtirs bû û girêdayî ti dewletan nebûn. Bi cîranên xwe rojava peçenekan û xezeran ve, li rojhilat jî bi karlukan ve her daîm di nav têkoşînê de bûn. Ji peçenekan komek tevlî wan bû û zendekê wan teşkîl kirin. Dewlet kengî ji holê rabû nayê zaîn lê tê texmînkirin ku di 1003an de ji ber nakokiyên navxweyî hilweşiya û wan welatê xwe terk kir û belav bûn.’’ Turkologê ûkranî Omeljan Pristak ji bo wan hevoka ‘împeretoriya oxûz yabgû’ bi kar aniye. Hikumdarê dawiyê yê Oxûz Yabgû Elî Xan bû. Piştî wî, Yabgû ket merhela belavbûnê. Selçûqiyan di sala 1044an de Harezm girt. Di sala 1054an de qipçaqan Yenî Kent bidest xist û Yabgûya Oxûz bi temamî ji holê rabû.’’
Li ser peçenekan Seferoglû, ‘’navê zaza yê giştî bûn’’ dibêje. Yanî peçenek an kirdkîaxêvên kurd in heman kom in! Bi berdewamî, ’’Di nav van zendan de peçenekên berê ji oxûzan qetiyayî (mebest kurmanc in) û ji wan ten hesibandin jî hebûn. Peçenek neçar man ku vekişin aliyê gola kurdan. Ji wir jî ji ber sedemên ku nayên zanîn çûn bakurê deryaya Azakê, di navbera Don û Volgayê de bi cih bûn (Seferoglu, 1982, 65). Li gor gotegotan îro li heman herêmê 12 milyon kirdkîaxêv hene…
Çavkaniyên mîna ’Cîhan-numa ya Neşrî’ zendên ku ew dewlet damazirandî jî wiha dinivîsîne; ’’Li destpêka damezirandina mîrtiyê, zenda kayi-keykî, piştre salûr û herî dawî jî beranî bûn hakimê desthilatdariyê. Dema beranî dibin birêvebir, ji ber sedemên navxweyî êlên salûr li herêmên cuda belav dibin. Pêwîst e ku bê zanîn di bin sîwana her zendekê de bi sedan êl hene. Li ser bingeha ku cara yekemîn keykiyan ew dewlet damezirandiye, Seferoglu wan wek êleke bi navê ‘kurd’ a girêdayî sakayan bi nav dike.
Dîrokzanên tirk koka xwe bi kayiyan ve girê didin lê kayiyên ku ew qal dikin çavkanî îşaret pê dikin ku keykî yên kurmanc in û îro bi heman navî li Xorasanê dijîn. Keykî zendeke mezin e; mirov dikare bizinreşan (qeregeçî), berêziyan, sêvikiyan, bîçeriyan û hwd di nav komekê de bihesibîne. Salûr/Salxûr jî piranî ji qeremanî, canbegan, sinemîlan û qerecoriyan pêk tên. Beraniyan (karakoyun) ji êlên şadî, reşî û wekî yên bi wan re bibîne.
Li ser kurdbuna salûran/salxûran ew belge wê têr bike: ‘Mezraa-i Tutluca ya li Gok Pinarê, taîfa ekrad lê niştecih in û zîraetê dikin. Hasilat û resma zemîn ya Mehmed bîn Osman û Kubad b. Zeyneddîn ya ji taîfa salarlû ye. Mezraî Delû Hesen, mezraî Beyamluca, mezrai Siçanlû, mezrai Zurna, mezraî Agca, mezrai Harap Aşi jî ji taîfê ekrad û cemaatê salarlû ne.’
Mîrtiya duyemîn a li herêmê hatî damezirandin jî heta îro wek ’Oxûz Salûr’ tê zanîn. Texmînî di sala 1055an de hatiye damezirandin û di sala 1128an de ji holê rabûye. Ji nav jî diyar e ku zendên li dora qeremaniyan kom bûne ew mîrtî bi serê xwe damezirandin e. Her çiqas dîrokzanên tirk nav guhartibin jî salûrên mîrtî damezirandî piranî qeremanî, canbeg, topan/tapkiran û qerecoriyên îro ne. Heta tê zanîn ku canbeg tîma dewletê ya lêxistinê bûne. Di hinek çavkaniyan de nav wek: ‘salaran’, ‘salarî’ û ‘salxûran’ jî derbas dibin û rastî jî yek ji wan e.
Kurdên ji dewleta Oxûz Yabgû belav bûyî, çûne rojhilatê deryaya kesk a Mangişlaqê. Herêm, ji bo êrişên ku ji der ve werin ewle û warekî ji kurdan re ne xerîb bû. Sumer, ji ’Şecerî Terakîmê’ wiha radigihîne: ’’Oxuz, ji sedsala Xan vir ve li Mangişlakê dijîn. Ew, berê girêdayî xanê Altinordû; paşê jî girêdayî xanê Salûr ê li Hîwe rûdinin bûn. Şah Melîk mir bi şûnde oxûz belav bûn û beşek çû Mangişlakê. Serokên wan: Kîlîk, Kazan û Qereman bûn. Piraniya wan ji êlên mîna: Eymûr, Doger, Igdir, Çavuldur, Karkin, Salûr û Axar in.’’ Kirzioglu dibêje: ”Bi tevahî 90 hezar leşker bûn, Şêxê wan Dede Korkut bû. Bi zenda cankî (canbeg) re Kazan Xan digotin.”
Di vê xelekê de, derdikeve holê ku Kazan serokê canbegan e. Dîsa pir girîng e ku em bala xwe bidin navê serok Qeremanan. Navê wî yê rast Kerîmûddîn Qereman Nûreddîn (Tûr) Sofî ye. Sofî ji sersortiyê wek leqab girtiye û Tûr jî gelek watedar e ku babeta nivîseke din e. Qereman ê piştre neçarî çûyîna Anatolyayê bibe û dewleta Qeremanî (Karamanogullari) damezirîne.
Ozaydin jî dibêje li Kuhî Reş (Mangişlaq) dewleteke turkmenan hebû, serokê xwe Kafşut (Kavurd) bû. Li gor Îbnûl Esir, di sala 1128an de, Atsizê Harizm Şah Muhammed ew der zeft kir, turkmenan bi qehremanî bajarên xwe parastin lê têk çûn. Atsiz gelek xwîn rijand û her der şewitand. Turkmenên li wir azadiya xwe wenda kirin. Balhan ji berê de warê turkmenan ê bi ewle bû (Oxûzlar, 137). Harizmşah Atsiz b. Muhammed, Mangişlaq şewitand, xira kir û dewleta Oxûz Yabgû ya li wir ji holê rakir. Kurdên ku li wir desthilatdariya xwe wenda kir berê xwe dan cihê kalên wan şadî û rêvandiyan.
Zend û êlên di nav herdu dewlet an mîrtiyên li Xorasan û Mangişlaq de, bi ser êrişên moxolan de cih û warên xwe bi temamî terk kirin. Beşeke mezin hat Azerbeycana îro. Beşek jî çû Xûzistanê. Piştre herdu şax jî hatin bakurê Kurdistan û Anatolyayê. Sumer, li ser hatina qeremaniyan a Anatolyayê dibêje: ’’Ew berê hatin Genc û Berda. Bi hatina Moxolan re hatin Sêwasê.’’
Salxûr û zendên ku me li jor qal kirî yên ku hatine Anatolyayê, bi navê ‘qeremanî’ an ‘karamanogullari’ derdikevin pêş. Ji ber ku yên dîrok nivîsandine di nav wan de kurdîtî nedîtibûn û nav wekî heyî derbasî ser kaxiz kiribûn. Îbn Kemal dibêje: ’’Di serdema Alaeddîn Keykubad de, Cengîz dema êrişî Havarîzmşahê kir, şêxek ji Xorasanê derketibû û hatibû Rûmê. Li nahiya Amassiyye û kasaba Çat bi cih bibûn. Dema Alaeddîn mir, lawê xwe Giyaseddînê II Keyhûsrev, hêz û têkoşîna babaiyan bihîstibû. Rojekê, leşkerên baş hilbijartin û roja înê dema xelk di mizgeftê de bû êrişî cemaatê kirin. Ji wan pir hindik kes rizgar bûn û hemû di şûr re derbas kirin. Yên mayî jî reviyan û belav bûn.’’ Nivîskar Şikarî, dibêje: ’’Ermenek (Îlî Kamereddîn) di sala 1228an de hat fetihkirin û êlên tirkmen lê hatin bicihkirin. Piraniya wan ji zenda qereman bûn. Mezinê wan Nûrî bîn Sadeddîn an Nureddîn Beg bû. Lê li ser keviran û dîrokan navê wî wek ‘Tûrê’ hatiye nivîsîn. Rabirdûya damezirîner Karaman nayê zanîn. Qeremanî îdia dikin ku cihên lê dijîn ji alî Aleaddîn Keykubad ve hatine dayîn, lê ev yek ji rastiyê dûr e. Bavê Karaman, Nûrê Sofî, di serdema êrişên Harzêm û Moxolan de ji Azerbeycanê hatiye. Nivîsên ji alî otorîteya resmî ve hatine nivîsîn wî wek rêbir (serçete) nîşan didin û qala hêza wî ya bi qasî dewletekê dikin.’’ Şikarî zendên ku di nav dewletê de ne wiha rêz dike:
Zendên ku Qeremanî (1228/1250-1493) damezirandî:
Avşar (topan/tapkiran, sinemilî)
Axaçerî (Şêxbizin û kurmanc in. Ji dewleta Gor/Gur hatin)
Salûr (qeremanî)
Varsak (tîrkeş/oxçû, şêxbizin)
Gulnar (ne zanîn)
Tûrgut (canbeg)
Bayburt (canbeg)
Watedar e ku hemû dîrokzanên tirk îdia dikin ku qeremanî tirk in lê çavkaniyên selçûqî û osmaniyan ji bo wan peyvên wek: ‘dijmin’, ‘asî’, ‘mar’, ‘çêlên maran’, ‘bêdîn’, ‘ hevkarên xiristiyanan’, ‘koka wan bikolin’, ‘komircî’, ‘haramî’ bi kar anîne.’ Tenê ew tawanbarî jî didin îspatkirin ku qeremanî kurd in.
Dîn:
Belge îşaret pê dikin ku qeremanî beşdarî serhildana Bav Îshaq bûne, serokê wan di heman demê de serokê olî bûye û wek ‘pîr’ hatiye pênasekirin. Li ser wê yekê Şîkarî dibêje, ’’Li Îçelê (Mersîn) pîrekî bi navê Nureddîn Sofî hebû, hem qadî, hem jî xelîfe bû.’’ F. Koprulu jî wiha tîne ziman, ’’Zendê tirkên koçber, kevneşopiyên xwe bi dîn (îslam) cilê dikirin û jiyana xwe berdewam dikirin.’’ Qeremaniyên îro li Xorasanê şîayên hişk in. Êlên bi wan re tevgeriyan û îro li bakur mane piranî elewî, beşek jî sunî ne.
Kinc:
Kincên qeremaniyan taybet in, esîl in, xas in, li gor şer hatine çêkirin û piranî bi rengê sor in. Lê rengê zer ên keçik li xwe dikin jî îşareta wê ye ku ew keçika azeb e. Ew yeka karê gencan siviktir dike ku hevdu zûtir bibînin û jinên zewicî kes aciz neke… Girîngî dane jinan, kincên wan zarîf in, bi îtîmam hatine dirûn. Xemlên wan ji zêr, pûl, guhar û kemeran pêk tên. Îbnî Bîbî jî qeremaniyan wiha tarîf dike, ’’Tirkmenên bi çarik, îpek, kadîfe, attabî (?) û bi qumaşên qutnî xwe xemilandin.’ F. Koprûlu, ’’Bi cilên reş, kumê sor û lingên bi çarix dijî. Şikarî di wê qeneetê de ye ku ‘di bingeha şer û reqabeta osmanî û qeremaniyan de, şerê dîn û baweriyê hebû.’
Wek encam derdikeve holê ku gelek zendên kurd, bi taybetî jî koma salxûr/qeremaniyan di damezirandina sê mîrtiyan de rolên sereke leîstine. Ew li dora gola kurdan, li Kûhî Reş û li Anatolyayê, bajarê Ermenekê damezirandine. Ji mîrtiyên kurd ên li Anatolyayê hatine damezirandin ya herî dawî hilweşiyayî jî Qeremanî ye. Piştî hilweşandinê beşeke mezin dîsa vedigere Xorasan û Mazenderanê. Yên mayî jî piranî li Anatolyayê ne.


