Têkoşineke radîqal divê

Rêber Abdullah ji bo ku pêvajo nebe qurbana van lîstikên siyasî, formula "teyît, tespît û temînatê" pêşkêş kir. Ev sê pîvan ku tê wateya piştrastkirina dilsoziya aliyan, tespîtkirina binpêkirinên li ser erdê û avakirina temînatên navneteweyî an jî qanûnî, ji bo ku aştiyek mayînde ava bibe herî kêm wekî av û hewayê ferz in.

1 deqe xwendin
Têkoşineke radîqal divê

Zêdetirî salek di ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" re derbas bû. Ev bang, wekî projeyeke stratejîk a ji bo çareseriya rûmetdar a pirsgirêka kurdî û demokratîkkirina Rojhilata Navîn hatibû pêşkêşkirin. Lê, gava mirov li asta ku pêvajo îro gihîştiyê dinihêre, rastiyeke dualî xuya dibe. Li aliyekî di warê teorîk û hişmendiya civakî de asteke bilind heye; li aliyê din jî di asta pratîk û gavên şênber de xitimandineke kûr tê jiyîn. Tevgera Azadiya Kurdistanê hemû berpirsyariyên xwe yên polîtîk û exlaqî bi cih anîn, lê pêvajo ji ber helwesta aliyê dewleta tirk hîn jî tenê di asta teoriyê de maye.

Rayedarên dewleta tirk tevî ku gelek caran di daxuyaniyên xwe yên giştî de qala amadekariyên qanûnî û guhertina yasayan dikin jî, heta niha ti gavên şênber neavêtine. Sedema sereke ya vê bêgaviyê, ne nebûna derfetên hiqûqî ye, berevajî wê, astengiya hişmendiya klasîk û şovenîst a dewletê ye. Dewleta tirk pirsgirêka kurdî hîn jî wekî pirsgirêkeke ewlehiyê û asayişê dibîne, ne wekî pirsgirêkeke maf, nasname û azadiyan. Hikûmet ji ber fikarên hilbijartinê, tirsa ji windakirina dengan û zextên neteweperest ên hundirîn, ji avêtina gavên wêrek direve û her tim berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê di ser aştiya civakî re digire.

Di vê çarçoveyê de, sedema neavêtina gavan ji bo beşdariya qanûnî ya Rêber Apo di pêvajoyê de, rasterast bi siyaseta tecrîd û bêstatubûnê re têkildar e. Dewlet baş dizane ku qanûnîkirina rola Rêber Apo, tê wateya naskirina wî wekî mixatabê fermî, polîtîk û hiqûqî. Ji bo ku ev naskirin nebe xwedî statuyeke fermî, dewlet qanûnan dernaxe û pêvajoyê di çarçoveyeke daxuyaniyên rojane û nezelal de dihêle. Ev rewş rê li ber vê yekê vedike ku dewlet pêvajoyê ne di çarçoveyeke qanûnî û hiqûqî de, lê di çarçoveyeke îmkan, îstîxbaratî û îllegaliyê de bi rê ve bibe. Armanca dewletê ya ji vê nêzîkatiyê ew e ku bêtaahhudî û bêsoziyê misoger bike. Gava ku pêvajo nebe xwedî bingeheke hiqûqî, dewlet dikare her kêliyê ku bixwaze maseyê serûbin bike û ti berpirsyariyeke wê ya hiqûqî, makeqanûnî û navneteweyî çênabe. Ev îllegalîte, di heman demê de ji bo dewletê dibe amûreke şantaj û zextê ku pêvajo wekî hevdîtineke wekhev neyê qebûlkirin.

Rêber Abdullah ji bo ku pêvajo nebe qurbana van lîstikên siyasî, formula "teyît, tespît û temînatê" pêşkêş kir. Ev sê pîvan ku tê wateya piştrastkirina dilsoziya aliyan, tespîtkirina binpêkirinên li ser erdê û avakirina temînatên navneteweyî an jî qanûnî, ji bo ku aştiyek mayînde ava bibe herî kêm wekî av û hewayê ferz in. Sedema ku dewlet van gavan navêje, fikarên wê yên ji peymana rûmetdar e, ji ber ku naxwaze di bin çavdêriya hiqûqî de soz bide kurdan. Di heman demê de, di nav hiqûqa navneteweyî de sepandina Mafê Hêviyê ku tê wateya mafê her girtiyekî yê ku rojekê azad bibe û cezayê wî ji nû ve were nirxandin, ji bo Rêber Apo mafekî bingehîn e. Di vê pêvajoyê de, mafê hêviyê ne tenê babeteke hiqûqî ye, mifteya polîtîk a çareseriyê ye. Pêvajoyeke aştiyê ku mixatabê wê yê sereke di bin tecrîdeke giran de be û mafê wî yê hêviyê neyê naskirin, naxwaze bigihîje armanceke samîmî.

Rêber Apo di nirxandinên xwe de her tim destnîşan dike ku çareseriya rasteqîn tenê bi avakirina civaka demokratîk û naskirina nasnameya kurdî pêkan e. Di şert û mercên Tirkiyeyê de, ev yek tê wateya guhertina radîkal a makeqanûna faşîst a 1982an û naskirina xweseriya demokratîk. Naskirina kurdan ne parçekirina welat e, berevajî wê, bi rêya komara demokratîk misogerkirina yekîtiya dilxwazî ya gelan e. Lê hişmendiya dewletê ya heyî li şûna vê yekê, hewl dide di nav kurdan de polîtîkayên tasfiyeyê, şerê taybet û asîmîlasyonê bi awayekî zirav û nerm bi pêş bixe. Ev nêzîkatî ku wekî tasfiyeya nerm tê binavkirin, bi ti awayî li gorî ruhê pêvajoyê nîne. Ev nêzîkatî nîşan dide ku dewlet aştiyê wekî armanc nabîne, lê wekî taktîkekê ji bo lawazkirin û dabeşkirina dînamîkên şoreşger ên kurdan bi kar tîne, ku ev jî polîtîkayeke nûjenkirî ya teslîmgirtinê ye.

Di asta îdeolojîk û paradîgmayî de, banga Rêber Apo ne tenê bangeke ji bo rawestandina çekan e, banga avakirina jiyana nû û Modela Neteweya Demokratîk e. Ji bo ku kurd rast li vê bangê xwedî derkevin, divê sînorên hêviya ji dewletê derbas bikin û berê xwe bidin hêza xwe ya cewherî. Erk û berpirsyariyên bingehîn ên gelê kurd û hêzên demokratîk ew e ku li şûna li bendêmayîna qanûnên dewletê, li her qada jiyanê meclis û komunên civaka demokratîk ava bikin. Her wiha divê li dijî şerê taybet ê dewletê ku hişê ciwan û jinan hedef digire, hişmendiyeke xurt a îdeolojîk were bipêşxistin û eniyeke hevpar a demokratîk li Tirkiyeyê bi karker, kedkar û her kesên bindest re were hûnandin. 

Wekî encam, pêvajoya ku tenê di asta teoriyê de maye, tenê bi rêya têkoşîneke radîkal a civakî û şikandina tecrîda li Îmraliyê dikare derbasî qonaxeke pratîk û hiqûqî bibe. Banga Rêber Abdullah rê nîşan dide, lê meşandina li ser vê rêyê û bidestxistina temînatê, girêdayî hêza rêxistinkirî ya gel bixwe ye.