Dîsa Azadiya Welat
Rojnameya Azadiya Welat bi polîtîkayên KHK di 2016an de hat girtin û şûnve weşana kurdî heta di 21 Kanûna 2019an de Xwebûn hat çapkirin li ser dijîtalê berdewam kir. Rojnameya Xwebûn di 316 hejmarên xwe de hewl da li ser xeta Azadiya Welat bimeşe.

Azadiya Welat cara yekemîn di 1996an de dest bi weşanê kir û bi ger û geşta xwe ya seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê, ji rojnameyekê zêdetir bû pênaseya nasnameya gelê Kurdistanê. Ji zarokên kurdan re bû dergûş û ew di hemêza xwe de mezin kirin. Ji gel re bû dibistan. Bû hawar, hêviya berxwedêrên zindanan. Dilên ku evîndarê welatên xwe bûn, Azadiya Welat ew dil hemêzkir. Ew bi ziman, çand-huner, helbest, wêje, felsefeya jiyanê, bi destanên lehengên ku çarenûsa kurdan diyardekirine xemiland. Azadiya Welat ji 2006an heta 2016an rojane weşana xwe berdewam kir,
Rojnameya Azadiya Welat bi polîtîkayên KHK di 2016an de hat girtin û şûnve weşana kurdî heta di 21 Kanûna 2019an de Xwebûn hat çapkirin li ser dijîtalê berdewam kir. Rojnameya Xwebûn di 316 hejmarên xwe de hewl da li ser xeta Azadiya Welat bimeşe. Lê piştî bi salan ji ber sedemên ku li jor hatin nivîsîn û cihê xwe yê di bîra civakê de Azadiya Welat ji vê hejmarê pêva dê bi dirûşma ‘Roj li welat hiltê’ li ber destê we be. Azadiya Welat di hemû demên awarte de bi rista xwe lîstiye û dê di vê pêvajoya heyî de jî bi rola xwe rabe. Em wek Azadiya Welat berê xwe didin Rojê û ji bo pêşrojê piştî 10 salan dîsa vedigerin nav jiyana we. Em di wê baweriyê de ne ku bi piştgirî û xwedî derketina xwîner û gelê ji her carê hê bi hêztir û geştir bibe.

