Dîsa û ji nû ve Mem û Zîn
Vaye rojnameyeke din a kurdî alaya ku ji rojnameya kurdî ya yekem; Kurdistanê wergirtî, li ezmanên welat li ba dike. Em yeqîn dikin, wê weke Hetawê şewq û rohaniyê bide derûdora xwe.
Vaye rojnameyeke din a kurdî alaya ku ji rojnameya kurdî ya yekem; Kurdistanê wergirtî, li ezmanên welat li ba dike. Em yeqîn dikin, wê weke Hetawê şewq û rohaniyê bide derûdora xwe. Wê stêra me ya geş a Gelawêjê be û di şevên bêyî hêvî de em ê hewya xwe pê bînin. Wê beriya herkesî xwe bigihîne
Hawara gelê xwe. Wê cehdê bike; helbet bi cehda xwe wê miradê jî bi destê xwe hasil bike.
Di vê dem û dewranê de, dewletên herêmî û hêzên mezin ên cîhanî ku weke keftaran bi goştê canê vî welatê parçekirî ketine, XWEBÛN wê bi Ronahiya xwe bibe meşaleya qetidandina van qîlbixwînan.
Çi navekî xweş e ne; XWEBÛN. Ma ne ji ber ku di herka dîrokê de kurd nebûn ên xwe hatin qirkirin. Ma ne ji ber ku bûbûn dij-xwe ji rastiya xwe direviyan. Ma ne ji ber vê rewşa ji ketîtiyê jî ketîtir bû, welatê me bûbû parçe û dagir.


