‘Divê azadiya birêz Ocalan û girtiyên siyasî pêk were’

Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Arife Çinar û Çinar Altan di pîrozbahiya Newrozê de axivîn bal kişandin ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî kirin.

1 deqe xwendin
‘Divê azadiya birêz Ocalan û girtiyên siyasî pêk were’

Li Stenbolê Newroza ‘Azadî û Yekîtiya Demokratîk’ bi beşdariya hezaran kesan li Qada Yenikapiyê ya navçeya Fatîha Stenbolê tê pîrozkirin. Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê, koma ribabê derket ser dikê.

Girseya li qada Newrozê bê navber dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Jin jiyan azadi’ û ‘Yek e yek e yek e Kurdistan yek e’ berz kir. Piştre jî komîteya amadekar li ser dikê girseyê silav kir. Hevserokên DEM Partiya Stenbolê Arîfe Çinar û Çinar Altan jî girse silav  û axaftineke kurt kirin.

Piştre jî peyama Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel hat xwendin.