‘Divê çûyina Îmraliyê dereng nekeve’

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Aysegul Dogan derbarê civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da.

1 deqe xwendin
‘Divê çûyina Îmraliyê dereng nekeve’

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Aysegul Dogan derbarê civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Ayşegul Dogan tekildarî encama civîna Desteya Rêveberiya Navendî û geşedanên di rojevê de anî ziman ku wan gelek mijarên di rojevê de ne nîqaş kir û wiha got: “Demeke dirêj e civînan li dardixînin. Dûh me careke din bi binçavkirina rojnamegeran dest bi rojevê kir. Lê xwestin ku ew wekê ne binçavkririn e nîşan bidin. Ew jî nîşan dide ku siyaset bandoreke çawa li ser hiqûqê dike. Divê ew sepanên li dijî demokrasiyê bi dawî bibin. Em ê parastina demokrasiyê û mafê wergirtina agahiyan a gel biparêzin û di nava piştgiriyê de bin.”

Ayşegul Dogan balkişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a derbarê Selahattîn Demirtaş û doza Kobanê û wiha axivî: “Ew doz dozeke tolhildanê bû, dozeke siyasî bû û bi hiqûqê ve tu alaqaya xwe tune bû. DMEyê jî wisa biryar da. Lê ew qas dem derbas bû û hevalên hê di girtîgehê de ne. Divê gavênku hiqûqê pêkbînin bên avêtin. Em jî li bendê ne. Wazereta Dadê li ser pirsa rojnamegeran got em li bendê ne ku dosya were dadgeha herêmî, lê çend roj derbas bû hevalên me hê nehatinê berdan. Li benda çi ne. Li benda çi ne em nizanin lê ya ku divê li bendê bin pêkanîna hiqûqê ye. Avakirina aştî û demokrasiyeke civakî jî bi pêkanîna hiqûqê çêdibe. Em jî li bendê ne ku hevalên me demildest bên berdan.” Ayşegul Dogan di berdewama axaftina xwe de navê siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtînê bi lêv kir û got ku ne tenê girtiyên di Doza Kobanê hemû girtiyên siyasî divê ben berdan.

Ayşegul Dogan tekildarî çûyîna komîsyonê ji bo Grava Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî ev tişt gotin: “Dema komîsyon nû hat damezrandin jî me got komîsyonek tenê nikarê barê pêvajoyê hilgire lê dikarê rê vebike. Komîsyonê mîsyoneke dîrokî hilgirt. Piştî guhdarkirinan dikare raporên taslaxên qanûnî amade bike û xebatên xwe bi dawî bike. Heta niha gelek beşên civakê hatin guhdarkirin.Temsiliyeta meclisê jî di komîsyonê de pêkhatiye. Divê gavên taslaxa qanûnî pêk werin. Ji ser biryara fesixê ya Rêxistinê re 9 meh derbas bûn. Li ser şewitandina çekan re 5 meh derbas bûn. Çend roj berê jî rêxistinê gaveke dîrokî avet û got me hezên xwe li bakurê Kurdistanê vekişandine. Divê ji aliyê dewletê ve jî gavên şênber bên avêtin. Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî got divê komîsyon biçe Îmraliyê, Serokkomar jî got divê hemû alî bên guhdar kirin. Partiyên muxalîf jî gotin bila biçe. Lê çima komîsyon vê mijara ku hemû kes tînin ziman nanirxîne û plansaziya çûyinê nake? Birêz Ocalan ne tenê Serokê PKKê ye. Di derfetên sînorkirî de Birêz Ocalan li ser rêbaza wekheviyê pêvajoyekê dimeşîne. Heta hûn muxatabê sereke guhdar nekin pêvajo pêş ve naçe. Divê siyaset bi wêrekî tevbigere. Em careke din bang dikin ku komîsyon vê mijarê bigre rojeva xwe û çûyina Girava Îmraliyê dereng nexîne. Dem dema çûyina girava Îmraliyê, bi dawîkirina pevçûnan û gavên sereke yên qanûnî ye. Em li vir yên ku ma