‘Divê derbasî qonaxa verastkirinên qanûnî bibin’

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku divê Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite

1 deqe xwendin
‘Divê derbasî qonaxa verastkirinên qanûnî bibin’

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda giştî ya partiyê têkildarî civîna MYKê û geşedanên di rojevê de axivî. Ayşegul Dogan, kesên di darbeya leşkerî ya 12ê Adara 1971ê de, di Komkujiya Gaziyê û Komkujiya Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dane û rojnameger Nazim Babaoglû ku ji 12ê Adara 1994an heta niha tu agahî jê nayên girtin bi bîr anî. 

Di berdewamê de Ayşegul Dogan, siyasetmedar û têkoşerê kurd Salih Muslim bi bîr anî û got ku wefata Muslim ew gelek xemgîn kiriye. Ayşegul Dogan got: “Em behsa kesayetekî pêşeng dikin ku mohra xwe li siyaseta kurd, li têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê da. Li ser navê partiya me, sersaxiyê ji hevrêyên wî, ji hevjîna wî Eyşe Efendî, gelê kurd, gelê Rojava û Sûriyeye dixwazin.” 

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan anî ziman ku rojeva sereke ya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê şer e û şerê li herêmê ne tenê Îranê lê hemû herêmê û dinyayê eleqedar dike. Ayşegul Dogan, xwest pirsgirêk bi rêya diyalog û muzakerayan were çareserkirin. 

 Divê birêz Ocalan di şertên azad de bixebite

Têkildarî pêvajoyê jî Ayşegul Dogan ev tişt anî ziman: “Divê êdî ev qonax bibe qonaxa verastkirinên hiqûqî û qanûnî. Daxwaza civakê ev e û divê neyê vehêlandin. Xuyaye ku hêj di rojeva Meclisê, Komîsyona Edaletê û Lijneya Giştî ya Meclisê de nîn e. Hinek gavên hewcehiya xwe bi verastkirinên qanûnî tune ye hene. Ev gav dikarin bên avêtin. Dikarin biryarên DMME û AYMê bicih bînin. Çima verastekirina qanûnî ya ji bo berdana girtiyên siyasî nayê amadekirin? Girtiyên nexweş çima di girtîgehê de tên ragirtin? Gelo li benda çi ne? Bi milyonan kes li benda bicihanîna van biryaran e.” 

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan îşaret bi nîqaşên têkildarî statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî hûn jî dizanin ku hinek nûçeyê kulîsê yên têkildarî birêz Ocalan dizivirin hene. Behsa avahî, statu û hwd. tê kirin... Car bi car bang jî tên kirin. Hewceye ev şertên tecrîda girankirî ku 27 sal in didomin, bi dawî bibin. Birêz Ocalan di 27ê Sibata par û îsal de du peyamên girîng da û berpirsyartiyeke giran li xwe girt. Ev gavên şênber di wan şertên giran de avêt. Me her tim got û hêjî dibêjin, divê birêz Ocalan xwedî şert û mercên azad be, bikare bi awayekî azad bixebite û pêwendiyan deyne.”