Divê gel li rojnamegeran xwedî derkeve

Mirov dikare dîroka ragihandin û rojnamegeriyê bigihîne heta destpêka pêşketina civakbûyînê. Di nav demê de em rastî gelek şêwe û teşeyên ragihandinê tên.

1 deqe xwendin
Divê gel li rojnamegeran xwedî derkeve

Mirov dikare dîroka ragihandin û rojnamegeriyê bigihîne heta destpêka pêşketina civakbûyînê. Di nav demê de em rastî gelek şêwe û teşeyên ragihandinê tên. Bi taybetî jî ji bo civakê mirov dikare bibêje jiyanî ye. Lewma jî gelek zehmetiyên xwe hene. Hinek agahî û zanînên ku tên ragihandin dibe ku neyên hesabên hinek alî û kesan. Ji ber vê jî kesên ku vê ragihandinê dikin her tim bûne hedef. Li cîhanê yek ji karên herî zehmet karê rojnamegeran e. Bêguman karekî pîroz e. Her tiştên ku mirov û civak jê agahdar dibin di encama vê xebata ragihandinê de ye. Hem derxistina holê ya rastiyan û hem jî ronîkirina bûyer û geşedanan di encama ked, xebat û hunera rojnamegeran bi pêş dikeve. Rojnameger li gel vê xebata ragihandina rastiyan bedelên giran didin. Tên girtin, rastî îşkenceyan tên û gelek ji wan jî bi zanebûn hedef tên girtin û tên kuştin. Armanca êrîşkaran ew e ku pêşî li ragihandinê bigirin û rastiyan di tarîtiyê de bihêlin. Lê belê her rojnamegerek bi rista xwe ya qasidiyê tev digere û