Divê komîsyon li gorî navê xwe be

Meclisa Mezin a Tirkiyeyê, qaşo nûnertiya hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn dike. Parlamenterên li meclisê, bi deng û vîna gelên li Tirkiyeyê hatine hilbijartin.

1 deqe xwendin
Divê komîsyon li gorî navê xwe be

 

Meclisa Mezin a Tirkiyeyê, qaşo nûnertiya hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn dike. Parlamenterên li meclisê, bi deng û vîna gelên li Tirkiyeyê hatine hilbijartin. Yanî bi vîna hemwelatiyên Tirkiyeyê hatine hilbijartin û çûne meclisê. Di nava vê meclisê de Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez, Ermen, Suryan, Laz, Elewî, Sunnî hene. Yanî hemû ziman, çand û bawerî li vê meclisê hene. Lê di fermiyetê de tenê nasnameya Tirk û baweriya Îslamê heye û xuya dike. Her çend biqîrin û bibêjin Tirkiye dewleteke demokratîk, laîk û hiqûqê ye jî em her dem di pratîkê de dibînin ku tu eleqeya demokrasî, heq, hiqûq û laîkê û meclisê bi hev tune ye. Em di pratîkê de dibînin ku kî çiqas xwe înkar bike, çî çiqas asîmîle bibe û çî çiqas ku bi qasî xwe înkar dike ên hemberî xwe jî înkar bike, gotina wî-ê esas tê girtin.

Pêr ango di 19ê Tebaxê de ”Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî” cara 4emîn li hev kom bûn. Li dayikên leşker û polîsan guhdar kirin. Bi zimanê Tirkî li wan guhdar kirin. Komîsyonê duh ango di 20ê Tebaxê de jî vê carê li Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û saziyên mafên mirovan ên wekî ÎHD, Weqfa Tahîr Elçî, Mazlûm-Der) guhdar kirin. Lê dîsa bi Tirkî li wan guhdar kir. Hem bang li wan dikin û dixwazin li daxwaz û pêşniyarên wan guhdar bikin. Hem jî li aliyê din dayikên Kurd ku dixwazin xwe bi Kurdî bînin ziman, zimanê wan li wan qedexe dikin. Çima? Sedem çiye? Dibêjin ‘Ji ber di quralê meclisê û rêziknameya meclisê de Kurdî tune’ nikare bi Kurdî bi axive. Ê baş e. Ev dayik Kurd in. Zimanê wan Kurdî ye. Dixwazin bi Kurdî xwe bînin ziman. Ji bo ku dê bi Kurdî hêsantir û rastir xwe bînin ziman divê bi zimanê xwe biaxivin. Eger bi Tirkî bi axivin dikarin xwe şaş bînin ziman. Dikarin xwe kêm bînin ziman. Dikarin baş xwe îfade nekin. Wê demê dê çawa karibin daxwaz, pêşniyar û nirxandinên xwe bikin? Wê demê ev komîsyon çiqas li gorî navê xwe ye. Eger navê komîsyonê “Komisyona Demokrasî, Xwişk û Biratî û Hevgirtina Mîllî” be, ev çawa demokrasî ye? Ev çawa “Xwişk û Biratî