Divê qanûna taybet demildest were derxistin
Sezaî Temellî diyar kir ku tu eleqeya 12emîn Pakêta Darazê û “qanûna taybet” bi hev nîne û got: “Bendewariya me ya têkildarî qanûna taybet didome. Behsa piştî cejnê dikirin û ji bo cejnê ji du hefteyan kêmtir dem ma.”

Serowekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de axivî. Temellî di serî de bal kişand ser serdanên Dayikên Aştiyê ya partiyên siyasî û bang li partiyên siyasî kir ku guh bidin daxwazên dayikan.
Wezareta Dadê ragihandibû ku 12emîn Pakêta Darazê taloqî Cotmehê kirine û Temellî di vê mijarê de got: “Êdî tehemûla civakê ya ji bêedaletiyê re nameye. Her kes li benda guhertinên di TMK û TCKê de ye. Niha li Tirkiyeyê 421 hezar girtî û hikûmxwar hene, 495 hezar kes jî bi şertê kontrola edlî li derve ne, nêzî 4 hezar û 700 zarokên girtî hene û 120 hezar kes ser kapasîteya girtîgehan re tên ragirtin.
Temellî, di berdewamê îşaret bi girtiyên Doza Kobanê kir û ev doz weke Doza Kompasê nirxand û got ku tevî biryarên DMME’yê jî nayên berdan.
‘Em li benda qanûna taybet in’
Temellî, piştî axaftinê pirsên rojnamegeran bersivand. Temellî, ji bo pirsa “di navbera 12emîn Paketa Darazê û qanûna taybet de têkiliyek heye yan na” ev bersiv da: “Tu têkiliya wan bi hev nîne. Lê dîsa jî bendewariyên raya giştî ji 12emîn Pakêta Darazê hene. Wezareta Dadê ku dê ev pakêt di meha Cotmehê de bê Meclisê. Bendewariya me ya di mijara qanûna taybet de didome. Beha piştî cejnê kiribûn. Vaye ji bo cejnê demeke ji du hefteyan kêmtir ma. Di vê mijarê de bendewariyên me didomin.”


