Hozan Mizgîn di salvegera 34emîn de hate bibîranîn

MEBYA-DERê û Navenda Çandê ya Baharê (BKM) li Êlihê ji bo salvegera 34emîn a şehadeta Hozan Mizgîn bernameya bîranînê li dar xistin.

1 deqe xwendin
Hozan Mizgîn di salvegera 34emîn de hate bibîranîn

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) a Êlihê û Navenda Çandê ya Baharê (BKM) ya Êlihê bi minasebeta salvegera 34emîn a şehadeta Hozan Mizgîn li dar xistin. Bername li eywana BKMê pêk hat. Di bernameyê de malbata Hozan Mizgîn, rêveber û endamên MEBYA-DERa Êlihê, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, nûner û rêveberên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn.

Di bernameyê de pêşî ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girt. Piştre jî sînevîzyona ku derbarê jiyana Hozan Mizgîn û têkoşîna wê de hatibû amadekirin, hate nîşandan.

Xwişka Hozan Mizgîn, Şukran Akiş ewil axivî û kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe dest dane bi bîr anî û wiha got: “Ez beriya her tiştî bi xêr hatina hemû mêvanan dikim. Em hemû kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî wan bi bîr tînin. Ez bejna xwe li ber hemû şehîdan û li ber dayik û bavên wan ditewînim.”

‘Em bi rêzdarî şehîdên xwe bi bîr tînin’

Hevseroka MEBYA-DERê ya Êlihê Guneş Çetînkaya jî kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Em îro bi boneya salvegera şehadeta Hozan Mizgîn hatina cem hev. Hozan Mizgîn bi tenê ne hunermend bû, ew dengê hemû jinên Kurd bû. Ji bo wê huner tenê ne stran bû, ji bo wê huner têkoşîn, doz û her tişt bû. Em bi rêzdarî şehîdên xwe bi bîr tînin.”