"Divê Rêber Apo di pêvajoya kongreyê de bikeve dewrê"

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû beşdarî bernayeke taybet a televîzyona Medya Haberê bû û diyar kir ku girêdayî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê de Sibatê, dê PKK kongreya...

1 deqe xwendin
"Divê Rêber Apo di pêvajoya kongreyê de bikeve dewrê"

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû beşdarî bernayeke taybet a televîzyona Medya Haberê bû û diyar kir ku girêdayî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê de Sibatê, dê PKK kongreya xwe lidar bixe û da zanîn ku divê Ocalan di pêvajoya kongreyê de bikeve dewrê.

Karasû destnîşan kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşiya tecrûbeya ku ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê vebûye û wiha got: “PKKê hem di dîroka Kurd-Kurdistanê de û hem jî di dîroka Rojhilata Navîn de nirxên ku ji aliyê tu hêzan ve nehatine afirandin, afirand. Bi tenê neafirandiye, bi saya wê gelek hêzên siyasî li ser piyan mane. Hewce nake ku ez niha van bînîm ziman. Lê belê kî bibêje ku PKKê çi da bidestxistin û çi encam ji têkoşîna xwe bi dest xist, bi van gotinan hêsaniya nîşan dide. Em dikarin her cure bersivê bidin kesên ku wiha dibêjin.”

Karasû bang li hemû derdorên şoreşger û demokrat kir ku piştgiriyê bidin pêvajoyê. Nirxandinên Mûstafa Karasû ên bi vî rengî ne:

"Banga Rêber Apoya di 27ê Sibatê de gelekî watedar û girîng e. Jixwe hem hebûna her sê hevalên li ba wan dimîne, hem hebûna du parêzerên ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, çûna hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û hebûna Ahmet Turk, Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de keda wan gelek e, gelekî watedar bû. Jixwe Sirri Sureyya Onder, Ahmet Turk û Prvîn Bûldan weke heyetê gelek hevdîtin pêk anîn. Hatin Başûr û li gel partiyên Başûr hevdîtin pêk anîn. Ji vî aliyî ve keda wan gelek e. Ev bang, weke ku Pervîn Bûldanê jî anî ziman bi keda mezin a Rêber Apo pêk hat. Bêguman ev daxuyanî û rojev têkildarî pirsgirêka Kurd e. Têkildarî têkoşîna gelê Kurd a sed salî ye. Têkildarî têkoşîna PKKê ya ji 50 salî zêdetir e. Daxuyanî û pêvajoyeke têkildarî van yekan in. Ji ber vê yekê em hemû şehîdên vê têkoşînê bi rêz û minetdariyeke mezin bi bîr tînin. Ev daxuyanî hinekê jî encama ked û têkoşîna wan e. Helbet dê aştî pêk were. Bêguman di vê têkoşînê de rola hêzên demokrasiyê û hêzên berxwe