Diyar Koç ê bi îşkenceyê girtin, ji girtîgehê rakirin nexqeşxaneyê

Diyar Koç ê ku li Nisêbînê leşkeran îşkence lê kir û binçav kirin, bêyî ku bê dermankirin girtin û şandin girtîgehê. Dîyar li girtîgehê, ji ber rewşa wî giran bû, ew şandin Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.

1 deqe xwendin
Diyar Koç ê bi îşkenceyê girtin, ji girtîgehê rakirin nexqeşxaneyê

Polîsan, Diyar Koç, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di çalakiyên protestokirina êrişên li ser Rojavayê de li sînor ew bi îşkenceyê binçav kirin. Bêyî wî derman bikin sewqî dadgehê kirin. Şandeya dadgehê, bêyî dermankrina wî temam bibe, ew şandin girtîgehê. Dîyar Koç, pêşî şandin Girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê û paşê jî sewqî Girtîgeha Amedê hat kirin. Lê, rêveberiya girtîgehê bi sedema rewşa Koç xeter e, sewqî nexweşxaneya Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê kirin. 

Hat hûnbûn ku Diyar Koç ji ber xetereya ku dibe xwîn biçe ser mêjiyê wî tê dermankirin. Diyar Koç, li vir di beşa mehkûman a nexweşxaneyê de dimîne.