Donald Trump dê keştiya nexweşxaneyê bişîne Gronlandê

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social de diyar kir ku pêwistiya Gronlandiyan bi nexweşxaneyê heye û Amerîka dê keştiya nexweşxaneyê ya mezin bişîne Gronlandê.

1 deqe xwendin
Donald Trump dê keştiya nexweşxaneyê bişîne Gronlandê

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh li ser hesabê xwe yê Truth Social derbarê Gronlandê de daxuyanî dabû. Wezîrê Parastinê yê Danîmarkayê heman rojê ji AFPê re got ku Gronlanda xweser, ku herêmeke Danîmarkî ye û ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve tê xwestin, pêdiviya wê bi keştiyeke nexweşxaneyê ya ku ji aliyê welatên din ve were şandin nîne. Ji ber van polîtîkayên gefxur û êrişkar her diçe nakokiyên navbera Amerîka û Ewropayê kurtir dibin.

Her wiha hat aşkerakirin ku li ser Gronland a Arktîkê pênc nexweşxaneyên herêmî hene û nexweşxaneya Nuukê xizmeta nexweşên ji seranserê herêmê dike.

Wezîrê Parastinê Troels Lund Poulsen ji kanala televîzyonê ya Danîmarkî DR re diyar kir ku gelê Gronlandê xizmeta tenduristiyê ya ku hewce dike werdigire. Ew yan li Gronlandê wê werdigirin yan jî, pêdiviya wan bi dermankirina pisporî hebe, li Danîmarkayê tên dermankirin. Poulsen got ku li Gronlandê hewcedarî bi însiyatîfeke taybet a tenduristiyê nîne.

Hat aşkerakirin ku hikûmeta herêmî ya Gronlandê di destpêka meha Sibatê de bi Kopenhagê re peymanek îmze kir ji bo baştirkirina dermankirina nexweşên Gronlandî li nexweşxaneyên Danîmarkî.

Roja Şemiyê, Trump li ser platforma medyaya civakî ya Truth Social parve kir got: “Em ê keştiyeke mezin a nexweşxaneyê bişînin Gronlandê ji bo lênêrîna gelek nexweşên li wir ên ku nikarin lênêrîna pêwîst werbigirin.”

Lê tê zanîn ku Trump hewl dide DYA kontrola Gronlandê bigire destê xwe. Lê piştî ku bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re ji bo zêdekirina bandora DYAyê lihevkirineke “çarçoveyî” çêkir, ew ji gefên xwe yên berê yên ji bo dagirkirina Gronlandê paşde vekişiya.

Fermandariya Arktîkê ya Danîmarkayê ragihand ku 21ê sibata 2026an ji keştiya binavok ya Amerîkayê daxwaza alîkariya tibî hatiye kirin û wan demildest deryavanê Amerîkî wergirtine û derman kirine.