Donald Trump: Ez ê nerasterast beşdarî civîna Cenevreyê bibim
Serokê Amerikayê Donald Trump eşkere kir ku ew ê bi xwe nerasterast beşdarî hevdîtinên peymana nukleerê bibe û got: “Îhtîmal heye ku Tehran peymanek li ser mijara heyî çêke.”

Donald Trump derbarê civîna îro ya li Cenevreyê ji bo bernameya nukleerî ya Îranê pêk bê ji rojnamegeran re axivî. Trump diyar kir ku ew dê bi xwe nerasterast beşdarî civînê bibe. Trump da zanîn ku ew bawer dike ku Tehran dixwaze peymanek li ser mijarê çêke. Li gorî nûçeya Reutersê; rayedarên Amerîkayê jî gotin ku hevdîtin bi ser nekeve artêşa Amerîkayê ji bo şereke demdirêj ya li dijî Îranê pêk bê xwe amede dike.
Serokê Amerîkayê Trump, di balafira Air Force One yê de derbarê mijarê de ji rojnamegeran re axivî. Turamp ji rojnamegeran re got ku ew ê nerasterast beşdarî van hevdîtinan dibe û ev pir girîng e.
Berya hevditinê rageşî jî her diçe zêde dibe. Artêşa Amerîkayê keştiyeke din a balafirên şer li heremê bicîh kir. Rayedarê Amerîkî yê ku ji Reutersê re axivî diyar kir ku hevdîtin biser nekevin ew ji bo şereke demdirêj ya li dijî Îranê xwe amade dikin.
Trump bersiva pirsa “çêbûna peymanê pêkan e” re vê bersivê da: “Îran muzakereyên tund dixwaze. Lê piştî Amerîkayê di havîna sala borî de tesîsên nukleerî yên Îranê da ber bombeyan encama van muzakereyên xwe yên tund jî dît.”
Îranê jî roja 16ê sibata 2026an li Kendava Hurmuzê tatbîkata leşkerî pêk anî. Gelek derdoran diyar kir ku Îranê bi vê tatbîkatê xwest bandorê li ser hevdîtinên li Cenevreyê dê îro pêk bên bike.


