Dorpêça li Kobanê didome
Kobanê ya ku zêdetirî 600 hezar kes lê dijîn, ev 17 roj in di bin dorpêçê de ye.

Kobanêya ku zêdetirî 600 hezar kes lê dijîn, ev 17 roj in di bin dorpêçê de ye. Alîkarî nayên nav bajêr. Li gorî peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de (ku di 2yê sibatê de ket meriyetê), divê dorpêça li ser Kobanê hatiba rakirin.
Lê belê, pirsgirêk li herêmê kûrtir dibe. Ji bilî krîza xwarin û dermanan, bajar bi pirsgirêkên ragihandinê re rû bi rû ye; bi qutbûna elektrîkê, nifûs, nemaze zarok, pir êş dikişînin. Ji bilî dorpêça berdewam, karwanek alîkariya mirovî ya ji 25 kamyonan pêk dihat ku pêdiviyên bingehîn ên xwarin û paqijiyê tê de hebûn û ji hêla Platforma Parastin û Hevgirtina Bajarê Amedê ve ji bo Kobanê hatibû şandin, ji hêla cendermeyan ve li deriyê Pirsûsê hate rawestandin. Destûr nehat dayîn ku kamyon derbas bibin.


