Doza baca gumrikê ya Trump hat betalkir
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî doza baca gumrikê di Dadgeha Bilind ya Amerîkayê de winda kir ji bo hemû welatan biryareke nû ya baca gumrikê ya ji sedî deh girt û îmze kir.

Donald Trump biryara nû ya ji bo baca gumrikê ya li dijî welatên din da li ser hesabê xwe yê Truth Social parve kir. Di 20ê sibata 2026an de Dadgeha Bilind ya Amerîkayê biryarya betalkirina baca gumrikê da. Piştî biryarê serokê Amerîkayê Donald Trump li ser mijarê di derengê şevê de daxuyanî da û di daxuyaniyê de got ku ew ji hin endamên mihafezekar yên di dagehê de cih digirin şerm dike. Trump ji bo biryarê jî dibêje ku hêviya wî ji ber encama hatiye girtin şikestiye.
Donald Trump destê xwe pir lez girt û heman rojê ji bo serdema 150 rojan biryar da ku ji hemû welatan ji sedî deh baca gumrikê bê wergirtin. Trump da zanîn ku ev biryar dê di cihê bacên gumrikê yên ji aliyê Dadgeha Bilind ya Amerîkayê ve hatiye girtin de bê bikaranîn.
Trump der barê biryara xwe de daxuyaniya çapameniyê da û di daxuyaniyê de diyar kir ku wî li gor Yasaya 122yan a 1974an biryara wergirtina baca gumrikê ya nû girtiye. Trump da zanîn ku ev biryara nû dê li ser bihayê baca gumrikê bê zêdekirin û wisa dê bikeve meriyetê.


