DR. Thomas Jeffrey Miley: Bêdengî hevkariye
Mamosteyê Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Cambridge DR. Thomas Jeffrey Miley nerazîbûn nîşanî bêdengiya DYE û Îngîlîstanê ya li hember êrîşên li ser Rojava da û got: Bêdengî tê wateya hevkariya êrîşên qirkirinê.

Mamosteyê Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Cambridge Doç. Dr. Thomas Jeffrey Miley nerazîbûn nîşanî êrîşên HTŞ û dewleta tirk ên li ser Rojava da û got, êrîş bi armanca nîjadperestî û qirkirinê tên kirin.
Dr. Thomas Jeffrey diyar kir ku demek dirêje ew dostê gelê kurdan e û piştevanî aştiya li Kurdisanê dike û got, modela demokrasiyê ya li Rojava li dijî modernîteya kapîtalîst alternatîfeke etîk pêşkêş dike.
Dr. Miley destnîşan kir ku tiştên niha li Kobanê diqewimin, pir tirsnak in û ev tişt got, “Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ku ez welatiyê ji wir im, gelê kurd tenê hişt. Bi heman rengî Qraliyeta Yekgirtî jî çi tişt nekiriye, çi tişt negotiye. Ev bêdengî tê wateya hevkariya qirkirina li dijî gelê kurd û projeya demokrasiyê ya li Rojava.Di vê pêvajoyê de endamên DAÎŞê yên girtî jî hatine berdan û encamên vê dê çi bin, pir fikar çêdike.”
Dr. Jeffy ragihand ku ev rewş dijberê perspektîfên demokratîk û Kongreya Îslama Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye vegotin e.
Dr. Jeffy anî ziman ku tevî hemû zehmetiyan gelê Kurd bi cesareteke mezin berxwedanê didomîne û wiha got, “Ez vê berxwedanê bi heyraniyeke kûr silav dikim û bang dikim ku dewam bike. Li cîhaneke bêhêvî, Rojava bûye ronahiya hêviyê û hîn jî wisa ye. Îro dixwazin modela Rojava û şêwazê jiyana wê ya alternatîf tune bikin. Lê belê, gelê Rojava bi biryar e ku vê modelê biparêze. Têkoşîna gelê Kurd hêjayî teqdîrê ye. Lewma modela Rojava dê hebûna xwe bidomîne. Gelê Kurd wê têkoşîna xwe dewam bike û tevî gelek astengiyên li hemberî sîstema jeopolîtîk, wê bi ser bikeve.”
Dr. Jeffy axaftina xwe bi dawî kir, “Weke tê gotin, ji derveyî çiyayan dostên Kurdan nîne. Li Rojava çiya kêm jî bin, gelê Kurd kapasîteya xwe ya berxwedanê bi biryardarî didomîne. Lewma ez piştevaniya xwe ya ji bo wan pêşkêş dikim.”


