Du bajar, yek çerenûs

Dengvedana destanî ya berxwedanê; ji Leningradê heta Kobanê.

1 deqe xwendin
Du bajar, yek çerenûs

Dîrok car caran ji nav êş û azarên mirovahiyê dernakeve; ew bi xwîn, xwêdan û vîna şikestî nayê nivîsandin, lê bi ruhê serhildêr yê gelan tê xemilandin. Leningrad (ku di bin serma û birçîbûnê de hestiyên mirovan hişk dibûn) û Kobanê (ku di nav deşta çolter a rojavayê Kurdistanê wekî kelehekê radiwest e) dibe ku li ser nexşeyê bi hezaran kîlometreyan û di nav salan de ji hev dûr bin, lê di kûrahiya dîroka mirovahiyê de ew du bajarên ku heman destanê dinivîsin in; destana berxwedanê ya li hember tarîtiyê ye.

Ev ne tenê çîroka du bajaran û welatan e; ew çîroka ruhê gelekî ye, xwesteka hebûn û azadiyê ye, destanek e li dijî xewnên herî hov û tarî yên serdema niha ye.

Aliyê tarî yê dorpêçkirinê 

Di îlona 1941an de, artêşên Nazî Leningradê dorpêç kirin. Bajar 872 rojan (zêdetirî du sal û çar mehan) di nav birçîbûn, sermayeke ku hestiyan diqefiland û mirineke bêdawî de, ma. Mirovan pel û kokê daran dixwarin, lê radest nebûn. Ev ne tenê dorpêçeke leşkerî bû; ew hewldanek bû ji bo şikandina ruhê mirovan.

Di payîza 2014an de, bi heman hovîtiyê, DAIŞê Kobanî dorpêç kir. Nêzî 160 rojan şerê jiyan û mirinê kolan bi kolan, mal bi mal, çeper bi çeper dewam kir. Ev ne tenê gefa erdnîgarî bû; ew planeke neteweyî bû ji bo tunekirina nasname, ziman, bawerî û paşeroja gelekî bû. Birçîbûn û tirs li Leningradê wekî çekên biyolojîk dihatin bikaranîn; li Rojava, bi taybetî li Kobanê ev hovîtî di şiklê koletiyê û tunekirina neteweyekî de dubare dibû.

Îro, hewldanên bi navê “Artêşa Sûriyeyê ya Nû” an jî “Artêşa Ereban a Sûriyeyê” yên ku bi awayekî aşkere ji aliyê hêzên mezin (DYA, TC, Îsraîl û yên Rojhilata Navîn) ve tên meşandin, bi van hewldanan wê nikaribin rastiya berxwedana gelê Rojava bixin bin sîbera tunebûnê. 

Ruhekî hevpar, vîneke ji pola 

Berxwedana Leningradê ne tenê ya leşkerî bû; ew ya dayikan, zarokan, muzîkvanan û hemû niştecihan bû. Kemanvanê ku di nav sermayê de awaza xwe dida der, dayika ku zarok di hembêza xwe de xwedî dikir- ew hemû amûrên nivîsandina destanekê bûn.

Îro li Rojava jî heman ruh heye; ji Helebê dest û li tevahî Rojava belav bû ku jin û mêrên ciwan mil bi mil, di nav refên YPG û YPJê de, ne tenê bajarên xwe, lê mafê hebûn, nasname û rûmeta gelê xwe diparêzin. Navên Arîn Mîrkan, Denîz Çiya û Ziyad Heleb wekî ronahiya vê berxwedanê hildibijêrin. Li vir ne tenê li dijî zîhniyeta cîhadîst tê şer kirin; li dijî pergala koletiya li ser jinan û tunekirina gelan li hemû parçeyên Kurdistanê tê rawestandin.

Serkeftineke bêhempa ya rûmeta mirovahiyê

Çawa ku di şeva berî rizgarkirina Leningradê de, di 9ê tebaxa 1942yan de, orkestreyeke ji muzîkvanên westiyayî û birîndar pêk dihat, bi rêveberiya Karl Eliasberg Senfoniya 7emîn a Dmitri Shostakovich “Senfoniya Leningradê” li hember dorpêçê pêşkêş kir û ji cîhanê re got: “Em hîn dijîn!”, îro li Rojava jî bi “Dahola Rojava” re ev peyam tê dayîn: “Ruhê me ji hewldanên we xurtir e. Em li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin. An jiyaneke azad, an mirineke bi rûmet!”

Rojava îro di nav hesabên aloz ên hêzên mezin de asê maye, lê bi piştgiriya gelê xwe yê fedakar bûye perestgeha berxwedanê. Ne tenê kevir û ax di bin dorpêçê de ne; paşeroja gelekî û welatek di bin dorpêçê de ye.

Dîrok gelek caran nîşan daye ku tu hêz nikare li hember vîna gel a dilpola -ku bi bayê azadiyê hatiye xurtkirin- bi ser bikeve. Çawa Leningrad sembola rûmetê ya doh bû, Kobanê û tevahiya Rojava jî îro bûne sembola hebûn û serkeftinê ya niha.

Çarenûs yek e û ew yek jî azadî ye! 

Rojava û bi taybetî Kobanê, mîna Leningradê, rûmeta xwe diparêzin û li destkeftiyan xwedî derdikevin. Berxwedan hîn zindî ye, wekî çirayeke ku di tarîtiyê de dibiriqe û heta serkeftina dawî wê ronahiya xwe belav bike.

Çawa ku dorpêça 872 rojî ya Leningradê şikest û çarenûsa Şerê Cîhanê yê Duyem guherand, berxwedana Rojava û bi taybetî şerê Kobanê yê duyemîn jî wê li dijî hovîtî û barbariya sedsala 21an bibe sembola serkeftinê; bi yekîtî, îrade û destkeftiyên mezin re bibe “keleha gel” û di dîrokê de cihê xwe yê birûmet bigire.

Ji ber ku çarenûs yek e, jê û pê ve qet û qet e!

Bo wê ev destan bi dawî nebûye û tenê bi berxwedanên nû berdewam dike. Ev serkeftin jî bi vê ve girêdayî ye.