Dûran Kalkan: Divê her kes rast biaxive!
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê û bûyerên siyasî yên rojane ji Medya Haber TV re nirxand.

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê û bûyerên siyasî yên rojane ji Medya Haber TV re nirxand. Dûran Kalkan ev nirxandin kir:
"Ez di serî de Rêber Apo bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Bi rastî ji heta hetayê silavkirinê heq dike. Yanî berxwedaneke sermirovî nîşan da. Ev 27 sal in Rêber Apo di bin pergala êşkence û tecrîdê de bi sebir, biryardarî, bi coş û bi vîn xebatê dimeşîne. Yanî ji bo yên ku peyvê fêm nakin, peyvê bide fêmkirin. Ji bo nezanan ji vê rewşê derxîne, yên ku teriqîne bîne ser rê, bi hezaran caran bêyî ku bêzar bibe diqîre. Lê aliyê balkêş ew e ku hin derdor hene çavên wan kor e, guhê wan kerr e. Ne baş dibihîzin û ne jî baş fêm dikin. Bi israr naxwazin fêm bikin. Divê em vê pirsgirêkê wekî xwestin-nexwestinê neynin ziman. Yên dijber hene. Yanî xuyaye ku yên dijberî aştî, azadî û demokrasiyê hene. Yên ku ji şer, dîktatoriyayê, zextê, zilmê, xwînê û rantê xwe didin jiyîn hene. Mirov ji van re bibêje rantxurên şer û wisa pênase bike wê di cih de be. Nefêmkirinê deynin aliyekî, li hember Rêber Apo bi her awayî xebatên dijberiyê didin meşandin. Halbûkî tiştên ku li cîhanê ti kes nikaribe bike, kir. Bi xwe jî anî ziman. Dibêje; "Rêxistina ku cîhan jî bihata nikarîbû wê paşve bibe, min biryara fesixkirina wê da". Bi rastî jî bi salane cîhan bûn yek û bi ser wê de hatin. NATO ji Hezîrana 1985an û vir ve li hemberî gerîlayên PKKê şer dike. Tam 40 sal in. NATO hêza cîhanê ya yekbûyî bû. Ma karîbû gerîla bieciqîne? Ma karîbû PKKê tasfiye bike? Nikarîbû. Rêber Apo biryarên bidawîkirina têkoşîna çekdarî û hebûna rêxistinê girt da. PKK anî vê noqteyê. Hin alî li şûna ku vê hinekî jî fêm bike û hinekî teqdîr, di rewşa êrîşkirinê de ne. Vê rewşê naecibînin, rast nabînin. Bi rastî agirbesta 1993yan tê bîra min. Wê demê Rêber Apo bi cilên sivîl hatibû civîna duyemîn. Hin aliyan pirsî bûn; çima cilên leşkerî li xwe nekiriye? Rêber Apo gotibû; "Ger hûn bixwazin li odeya din ez li xwe bikim. Lê min got qey hûn vê dixwazin." Nexwe yên ku wisa dixwazin hene. Ez vê yekê bibêjim; yanî li Tirkiyeyê gotineke gelekê tê bikaranîn heye û dibêje "Li eniya garkê tiştekî nû tineye". Eniya rojhilat bê serûber dixebite. Ji bo aştî û demokratîkbûnê tiştên ku ti kes nikare bike û xeyal nake di nava sala borî de pêk anî. Di nava mehên borî de pêk an. Lê di eniya noqê de tiştekî nû tineye, guhertin tineye. Yanî ecêb e, dîsa parêzer çûne hevdîtinê. Bernameya me ya ku berê me çêkir, beriya wê rojekê 6 sal şûnde dîsa parêzer çûn hevdîtinê. Mehek şûnde dîsa hevdîtina parêzeran çêbû. Me wê demê jî anî ziman. Wekî ku bûyereke divê kêfxweş bibin, nûçeya wê hat çêkirin. Lê ev hevdîtineke xwezayî ye, hevdîtineke ji rêzê yê parêzeran e. Ne ku mehê carekê divê bêhtir çêbibe. Yanî li gorî qanûnên Tirkiyeyê jî ev wisa ye. Lê sîstemeke wisa avakirin ku timî her tişt qedexe kirin û paşê jî 6 sal şûnde hevdîtina parêzeran çêdibe, dibêjin bila her kes kêfxweş bibe. Bila bibe bûyerekemezin û bibe nûçe. Tînin vê rewşê û dawiyê jî dibêjin ku her çûna Îmraliyê bûyereke mezin e û bandorê li her kesî dike. Hûn vê yekê diafirînin. Ev sîstema ku we avakiriye rê li ber vê yekê vedike. Ma aliyê ku neyê fêmkirin heye? Em ê vê yekê bînin ziman; di tecrîda Îmraliyê guhertin tineye û berdewam dike. Belê tecrîd hinekî lawaz bû. Di vê wateyê de, di rewşa heyî de qanûn bi qismî tên pêkanîn.
Em di meha Cotmehê de ne. Di 1ê Cotmehê de bi nêzîkatiya Devlet Bahçelî re ev pêvajo dest pê kir. Di 22'yê Cotmehê de bi hevdîtina Bahçelî ya li Meclisê re gavek hat avêtin û di 23yê Cotmehê de piştî 4 salan bi Rêber Apo re hevdîtin hate kirin. Pêvajo bi daxuyaniya Rêber Apo ya di wê hevdîtinê de bi lez bû. Pêvajoyeke ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê re bê nasname heye. Vaye saleke xwe tije dike. Di nava salekê de ma çi nebû. Salek berê heke kesek bigota, ' ev û ev tişt biqewimin' wê her kes jê re bigota dîn e. Di nava me de hin heval texmînên wisa dikirin hebûn. Yanî wisanedigotin lê digotin, wê di sala 2025an de guhertinên mezin biqewimin. Me jî digot ma wê guhertinên çawa biqewimin. Digotin wê bandorê li ser me bike. Lê ev hemû pêk hatin. Rêber Apo van tiştan kir. PKK kir. Aliyê Kurd kir. Yanî PKKê biryarên bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî û rêxistiniya girt. Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11ê Tîrmehê de bi şewitandina çekên xwe nîşanî cîhanê dan ku bê çiqasî bi biryarin ku dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî bînin û derbasî stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk bibin. Em dibêjin Kurdan kir. Ruxmî vê yekê jî di aliyê eniya rojava de ti guhertinek tineye. Bûyer hene. Hefteya borî Devlet Bahçelî axivî. Weke ku ew gotinên xwe yên ku digot "Bila bê li Meclisê biaxive, li Enqereyê siyasetê bike" ji bîr kiriye û dibêje bila li Îmraliyê di rewşa rehîne vê pêvajoyê bi rêve bibe, bila bang li Rojava bike. Ma kesek di rewşa rehîne dikare çi bike. Ma di bin sîstema êşkence û tecrîda Îmraliyê de dikare çi bike. Ma Bahçelî ji bîr kir. Salek di ser rederbas bû. Ma pêwîstiyên gotinên te bi cih hatin? Na. Wekî ku ji bîr kiriye tevdigere. Di rewşeke ku gelekî paşketiye de ye. Yanî dibêje qey wê bi gotina "Rêberê damezrîner" me bixapîne. Rêber Apo got, "Ez ne dixapînim û ne jî têm xapandin." Yanî em ne "ehmeq" in û ne jî zarok in. Divê her kes rast rûnê, rast biaxive. Yanî ev wisa nabe. Bi vî awayî ev kar nameşe. Wê bibêje, soz bide û bandorê li ser civakê bike û dawiyê jî hêdî hêdî ji demê re bihêle. Ma wê gel nebîne ku ev lîstik e, ev hîle ye. Wê vekirî bibêje. Divê mirov vê yekê bibîne. Rêber Apo di wê rewşê de ma wê çawa çêbike. Ma siyasetê dike, rêxistinê ava dike, bi kesî re hevdîtinê dike? Ma bi kesek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevdîtin kir, nîqaş kir? Ma wê çawa çêbike. Ma ewqasî keramet heye? Wan wisa fêm kir. Ya rastî me di destpêkê de agirbest îlan kir û got ku em ê van biryaran pêk bînin. Lê şertek me heye. Heke Rêber Apo birêve bibe. Gotin ku kongreyê pêk bînin. Me di nameyê de jî anî ziman û di daxuyaniya çapemeniy


