Dûran Kalkan: Tenê Rêber Apo dikare vê biryarê bide

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Dûran Kalkan beşdarî bernameyeke taybet a li televîzyona Medya Haber TV bû û bûyerên piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

1 deqe xwendin
Dûran Kalkan: Tenê Rêber Apo dikare vê biryarê bide

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Dûran Kalkan beşdarî bernameyeke taybet a li televîzyona Medya Haber TV bû û bûyerên piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand. Hevpeyvîna bi Kalkan re hatiye kirin bi vî rengî ye:

Newroz tê pîrozkirin. Newroza 2025'an bi atmosfereke cuda tê pîrozkirin. Hûn vê Newrozê çawa dinirxînin?

Bi rastî jî welê ye, Newroza îsal ji yên beriya niha hinekî din cudatir e. Newrozeke nû heye. Newroza 2025an li gorî Newrozên din gelekî cuda ye. Qad bi coş û kelecana Newrozê tijî ne. Çar parçeyên Kurdistanê, çar aliyên cîhanê bi vî rengî ye. Coş û kelecan di asta herî bilind de ye. Bi rastî jî rastî bi vî rengî ye. Ciwan, jin, karker, kedkar, extiyar, gelê Kurd û dostên wan her kes qadên Newrozê dadigirin. Rêber Apo nav li Newrozê kir. Got 'Newroza Aştî û Civaka Demokratîk'. Di vê demê de bangeke bi vî rengî kir. Serdem bi vî rengî pênase kir. Gelê me jî dibêje Newroz Newroza azadî ji Rêber Apo re ye. Ev Newroz wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bîne. Di sala nû ya Newrozê de azadiya fîzîkî wê pêk were. Li ser vê bingehê Newrozeke hîn bedew, hîn bi wate heye. Beriya her tiştî em Newrozê li Rêber Apo pîroz dikin ku Newroz kiriye Newroz, gelê Newrozê rakiriye ser piyan. Hêvîdar im sala nû ya Newrozê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Newrozê, cejna azadiyê li hemû hevrêyan, jin û ciwanan, hêzên gerîla, gel û dostên me pîroz dikim. Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de ku Newroz nûjen kiriye, hemû şehîdên Newrozê Bêrîvan, Zekiye, Rahşan, Ronahî, hemû şehîdên me yên Newrozê, ji Mazlûm Dogan heta dayika Sakîne hemû şehîdên me yên leheng bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Soza ku me dane wan a ji bo serxistina armancên wan û xwedîderketina li bîranînên wan dubare dikim. Cudahiya Newroza 2025an ji Newrozên derbasbûyî çi ye? Me anî ziman. Ji aliyê Rêber Apo ve hate pênasekirin. Banga Newrozê ji aliyê Rêber Apo ve hate kirin. Jin, ciwan, gelê me, dostên me peyama ku Rêber Apo da, baş fêhm kirin. Erk û berpirsyariyên xwe