DYA: 3 balafirên me bi ‘xeletî’ hatine xistin
DYAyê ragihand ku di dema êrişên ser Îranê de 3 balafirên wan ên şer ji hêla artêşa Quweytê ve bi ‘xeletî’ hatine xistin.

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (CENTCOM), li ser malpera xwe ya înternetê ragihand ku sê balafirên wan ên şer ku ji bo piştgiriya bi “Operasyona Epic Fury” hatibûn şandin, ji hêla artêşa Quweytê ve bi ‘xeletî’ hatine xistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 1ê Adarê saet di 23.03yê de sê balafirên bi cureya F-15E Strike Eagleyê ji hêla pergala parastina hewayî ya Quweytê ve hatine xistin û wiha hat gotin: “Di dema pevçûnan de ku balafirên Îranê, moşekên balîstîkî û balafirên bêmirov jî tê de cih digirt, balafirên şer ên DYAyê ji hêla pergala parastina hewayî ya Quweytê ve bi xeletî hatin xistin. Muretebata her şeş balafiran bi awayekî ewle hatin rizgarkirin û rewş stabîl e. Quweytê ev bûyer qebûl kir. Ji bo hewldanên wan û piştgiriya wan a ji bo operasyona didome, spasiya hêzên parastinê yên Quweytê dikin. Em minetdarên wan in. Sedema bûyerê tê lêkolînkirin. Dema agahiyên nû hatin bidestxistin, dê werin parvekirin.”


