DYA: Rojane zêdetirî hezar cih tên hedefgirtin

Serokê DYEyê Donald Trump diyar kir ku operasyonênên leşkerî yên li dijî Îranê berdewam bikin û got ku ew ê hefteya bi awayekî “gelekî dijwar’’ li Îranê bixin.

1 deqe xwendin
DYA: Rojane zêdetirî hezar cih tên hedefgirtin

Trump ji Fox Newsê re axivî û îfade kir ku wê êrîş berdewam bikin. Trump anî ziman ku li Tengava Hurmuzê dabînkirina keştiyên çavdêriyê jî di rojeva wan de ye.

Trump: ‘Em ê bi temamî tune bikin’

Serokê DYEyê Donald Trump di roja 14an a şerê li dijî Îranê de li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek da.  Trump gef li rêveberiya Îranê xwarin ku ew ê wê bi temamî tune bike û diyar kir ku DYE ‘’xwediyê hêza êrîşeke bêhempa û cebilxaneyeke bêdawî ye’’ û got ku êrîşên li ser Îranê berdewam dikin.

Trump di daxuyaniya xwe de got: ‘’Êdî hêza behrê ya Îranê tune ye, hêza wê ya hewayî ji holê hate rakirin. Moşekên wê, droneyên wê û hêmanên din yên leşkerî tên tunekirin.’’
Her wiha Serokê DYEyê rêveberiya Îranê hedef girt û ev yek anîn ziman: ‘’Ev 47 sal in li seranserê cîhanê însanên bêguneh kuştin, a niha jî ez wan tune dikim.’’

Laricani bersiv da Trump

Ji rayedarên Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Ali Laricani jî li ser televîzyona dewletê daxuyaniyek da û bersiv da gefên Trump. Laricani diyar kir ku gelê Îranê neteweyeke bihêz û biryardar e û got: ‘’Pirsgirêka Trump ew e ku cesareta gelê Îranê fêm nake. Li gel zêdebûna zextê wê biryardariya gelê Îranê jî zêde bibe.’’

Her wiha Laricani got ku êrîşên dawîn nîşaneyên tirs û bêçarebûnê ne.

DYA: Rojane zêdetirî hezar cih tên hedefgirtin

Wezîrê Parastina DYEyê Pete Hegseth jî di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku êrîşên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê berdewam dikin.

Di daxuyaniya Pete Hegseth de ev xal derketin pêş:

*‘’Ji aliyê hêzên me yên hewayî ûhêzên hewayî yên Îsraîlê ve zêdetirî 15.000 hedefên dijmin xistine. Ev tê wê wateyê ku rojane zêdetirî 1.000 cih tên hedefgirtin.’’

*“Em planeke bicîh tînin da ku bi lez hemû hêzên wan ên leşkerî yên sereke têk bibin û bêbandor bikin.”

*”Di demeke kurt de wê tevahiya şîrketên parastinê yên Îranê bên tunekirin.”

*”Di nava du rojan de tevahiya kapasîteya hilberîna fuzeyên balîstîk ên Îranê hatine tune kirin.”

*”Tevahiya şîrketên ku parçeyên van fuzeyan dabîn dikin hatine bêbandorkirin. Li seranserê Îranê avahî, tesîsên wan û xetên hilberînê hatine tune kirin.”

Xamenî birîndar e

Hegseth, gef li hikûmeta Îranê xwar û got ku rêberên welat ‘xwe di tunelan de veşartine’ û DYEyê hewl dide rê li ber hilberîna fuzeyan nû bigire.

Wezîrê parastinê, got ku ew dizanin ku rêber birîndar bûye û rûyê wî muhtemelen xera bûye.

Îran: Em ê derseke ku neyê jibîrkirin bidin

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî, got ku Îran dê li dijî Emerîka û Îsraîlê bersivê bide û diyar kir ku hêzên çekdar ên Îranê ji bo vê yekê amade ne.

Îran li dijî îsraîlê êrîşeke nû ya fuzeyî da destpêkirin

Televîzyona dewleta Îranê, di roja 14emîn a şer de ragihand ku êrîşeke nû ya fuzeyî li ser Îsraîlê hatî destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ‘êrîş li hember axên dagirkirî’ ne.

Di heman demê de, li Tehranê di encama teqîna ku di meşa ji bo Filîstîniyan hatibû lidar xistin de pêk hat, herî kêm kesek hat kuştin. Li gorî IRNAyê, teqîn piştî êrîşekê pêk hat.

Bihayê petrolê dora 100 dolarî ye

Bihabûna petrolê ya ji ber şer her ku diçe zêdetir dibe. Petrola Brent bu 100 dolarî û petrola WTI jî dora 95 dolarî tê firotin.