DYA û Îsraîlê koordînasyona leşkerî zêde kir

Di çapemeniya cîhanê rageşiya di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de, çerçoveya astengiyên di danûstandinên nûkleerî de, nîqaşên li ser vebijêrkên leşkerî û nîşaneyên amadekariyên li qadê tên nîqaşkirin. Di nûçe û analîzan de hate diyarkirin ku her çend têkiliyên dîplomatîk berdewam bin jî, di heman demê de pozîsyona xwe ya leşkerî jî xurt dikin.

1 deqe xwendin
DYA û Îsraîlê koordînasyona leşkerî zêde kir

Rageşiya di navbera DYA-Îsraîl û Îranê di çapemeniya cîhanê de wekî rojeva esasî derdikeve pêş. Li gorî Reutersê, rêveberiya Washingtonê li dijî îhtîmala ku danûstandinên nûkleerî bêencam bimînin, planên leşkerî nû dike. Ajansê, li gorî agahiyên ji çavkaniyên Wezareta Parastinê ya DYAyê girtine ragihand ku asta hişyariyê li baregehên leşkerî yên herêmê hate bilindkirin û senaryoyên krîzê tên nûkirin. Di heman nûçeyê de hat gotin ku Îran jî li derdora tesîsên xwe yên stratejîk ên leşkerî û nûkleerî tedbîrên parastinê zêde kiriye.

‘Qesra Spî êrişek bi sînor a hewayî nîqaş dike’

Rojnameya Wall Street Journalê jî nivîsand ku rêveberiya Qesra Spî vebijêrka “êrîşa hewayî ya bi sînor” ya li dijî tesîsên nûkleerî yên Îranê nîqaş dike. Li gorî rojnameyê, ev vebijêrk wekî amûrek zexta dîplomatîk jî tê dîtin. Di heman nûçeyê de hat diyarkirin ku îhtîmala tevlêbûna Hizbullahê di şerekî muhtemel de jî tê nirxandin.

‘Rageşî bihayê petrolê zêde dike’

The Guardianê ragihand ku hebûna vebijêrkên leşkerî li ser maseyê rasterast bandorê li pêvajoya danûstandinan dike. Li gorî rojnameyê ku Îran li ser stoka ûranyûmê gav paşve neavêje, Washington dê hêza xwe ya çewisandinê zêdetir eşkere bike. Rojnameyê daxuyaniyên Serokê DYAyê Donald Trump yên derbarê vebijêrka şer de bi bîr xist û cih da van gotinên Trump: “Ez tu carî nehêlim bernameya nûkleerî ya Îranê bibe çekek atomî lê di dîplomasî hîn jî rêya pêşîn e.”

‘Li Kendavê asta elermê hate bilindkirin’

Associated Press jî ragihand ku artêşa DYAyê cîhbûna hêzên xwe yên hewayî û deryayî li Rojhilata Navîn dîsa dinirxîne. Ajansê diyar kir ku saziyên enerjiyê asta elermê ya li Kendava Basrayê û Rojhilatê Derya Spî zêde kirine û ev yek wekî tedbîrên şerem mûhtemel nirxand. Ajansa cih da daxuyaniya Wezareta Derve ya Îranê û da zanîn ku dîplomatên Îranî bawer dikin ku hevdîtinên dîplomatîk li ser bingehek wekhev bên meşandin şansê pêşketinê heye.

‘150 balefirên şer hatin veguhastin’

Li ser mijarê Washington Postê nivîsand ku di qada dîplomasiyê de hişyariyên têkildarî çavdêriya nûkleerî ya Neteweyên Yekbûyî hatine nûkirin. Li gorî rojnameyê, Serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî ji DYAyê xwest ku bi lez peymanek nûkleerî bê çêkirin. Di nûçeyê de hate ragihandin ku DYAyê di rojên dawî de hebûna xwe ya leşkerî li Ewropa û Rojhilata Navîn zêde kiriye. Rojnameyê daxuyand ku zêdetirî 150 balafirên şer li van herêman hatine cîhkirin û ev gav wekî beşek ji plana amadebûna operasyonek demdirêj nirxand.

‘DYA û Îsraîlê koordînasyona leşkerî zêde kir’

Di analîza ku di Financial Times de derket de hat gotin ku koordînasyona leşkerî di navbera DYAyê û Îsraîlê de di hefteyên dawî de zêde bûye. Nûçeyê daxuyand ku bi taybetî li ser parastina asmanî û parvekirina agahdariyê planên hevbeş hatine xurtkirin. Her weha hat diyarkirin ku Îsraîl bernameya nûkleerî ya Îranê wekî metirsiyeke rasterast a ewlehiyê dibîne û senaryoyên operasyona mûhtemel nû kiriye.

Îran riyên dîplomasiyê vekirî dihêle

Ji aliyê Îranê ve jî peyam hat dayîn ku kanalên dîplomasiyê vekirî ne. Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku ew ji bo danûstandinên Cenevreyê amade ne lê betalkirina bernameya nûkleerî qebûl nakin. Di heman demê de agahiyên ku Hêzên Parastina Şoreşê li Kendava Basrayê û deverên stratejîk manevirên leşkerî lidarxistine û asta amadekariyê bilind kiriye di çapemeniya Îranê de hatin weşandin.

‘Bilindkirina qeyrana bi kontrol’

Ev yek wekî ‘bilindkirina qeyrana bi kontrol’ hate nirxandin. Li gorî nêrîna giştî dîplomasî bi tevahî qut nebûye, lê amadekariyên leşkerî yên hemdem rîska şaş fêmkirinê an pevçûnek sînorkirî ya ku dikare ber bi şerekî fireh ve biçe zêde dike.