Eger ku dewlet gavên demokratîk biavêje...
Eger dewlet gavên demokratîk biavêje û ev pêvajo bigihîje encamê ew ê gelê kurd, hemû gel û baweriyên Tirkiyeyê bi ser bikevin.

Bi daxwiyaniya 27ê Sıbatê re Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got; pevajoya Aştî û civaka Demokratik ket merheleya duyemîn. Ev tê çi wateyê û em ê di qonaxa duyemin de li benda pêşketinên kîjan rengî bin? Birêz Ocalan rewşa qonaxa yekemîn weke muzakereyên ne muzakere bi nav kiribû. Ji bo ku em karibin hevdîtinên heyî weka muzakereyên rastîn binav bikin diviya dewlet ji aliyê zagonê ve hinek gavên şênber biavêta û çarçoveya zagonî derketiba holê. Her wisa der barê statuya muzakerevan a Birêz Ocalan de jî çarçoveya zagonî bihata danîn. Lê heta vê kêlîyê gavên zagonî nehatine avêtin.
Weka tê zanîn li ser banga dewletê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan înisiyatîfeke dîrokî girt û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Fesixkirina partiyê û şewitandina çekan gavên dîrokî bûn.
Bi wan gavên dîrokî re aliyê kurd tekoşîna konevanîyê bijart. Li şûna serhildan û têkoşîna çekdarî vîna siyaseta demokratîk hilbijart. Bi qonaxa yekemîn re aliyê kurd bi armanca ku pêşiya aşitiyeke mayinde vebibe gavên pêwist avêtin û berpirsyariya xwe anîn cih.
Bi dawîbûna qonaxa yekemîn re êdî dora gavên zagonî ne. Lê ligel ku tevgera azadiyê rol û mîsyona xwe leyîst jî dewlet heta vê kêliyê gavên şênber neavêtiye. Berovajiyê gavên şênber bi êrişa li ser Rojava re pêvajoya muzakereyan qeyraneke mezin derbas kir û ew qeyran encax bi keda Birêz Ocalan û berxwedana gelê kurd heta radeyekî çareser bû. Êrîş hatin beralîkirin û cara ewîl statuya Rojava fermî bû ji aliyê navnetewî de hat naskirin. Lê êrişa li ser Rojava derbarê samimiyeta aştî ya dewletê de di serê kurdan de gumanan çêkir.
Bi qonaxa duyemîn re êdî dor dora gavên zagonî ne. Ji ber ku zagoneke demokratîk tunebû kurdan serî rakîr û dest bi şerê çekdarî kir. Heke dewleta norm ji dixwaze agirê li Rojhilata Navîn neteyise hundir divê demildest gavên şênber biavêje û çarçoveya zagonî di meclisê de derbas bike û bixe meriyetê.
Hêzên hegemonîk êrîşa li ser Îranê, ku demeke dirêj bû amadekariya wê dikirin, dan destpêkirin. Starta êrişa Îranê li Rojava destpêkiribû. Çeteyên tundraw ên ku ji bo bikaranina êrişa li ser Îranê bi rê xistibûn bi hevkariya dewleta tirk êrişê kurdan kirin. Hêzên ku çareseriya hebûna kurdan naxwazin rê dan van êrişan. Hêzên di nav dewletê de ku weka derveyê norm tê pênasekirin rewşa heyî weke fersend dît û xwest destkeftiyên Rojava bi temamî ji holê rakin.
Lê heke rewş û aloziya heyî jî weka berê binirxînin û divêtiyên qonaxa duyemin bi lezgînî pêk neynin ew ê rê li ber xetereyên mezin vekin.
Rast e metirsiyên mezin li ber gelê kurd e. Lê di nav cihana ku ji nu ve tê damezrandin ji bo kurdan derfetên cuda jî hene. Pergala sed salan a Sykes-Picot dirûxe. Hêzên hegemonîk û Îsrail biryara ji nû ve dizaykirina rojhilata navîn dan. Şerê cîhanê ya sêyemîn li erdnigariya me ket pêvajoyeke nû. Her wisa êdî bi awayeke vekirî tê gotin li pey Îranê dora Tirkiye ye.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qala mekanîka darbeyê dike. Lê gelek derdor dibêjin êdî dibêtiya darbeyê nemaye. Lê ev xwexapandineke mezin e. Belkî weka berê wê darbeyên klasîk pêk neyên, lê mîsal êrişa li ser Rojava şêweyke darbeyê bû. Bi şerê Îranê re jî heke divêtiyên qonaxa duyemîn bicîh neyê û desthilatdarî li pey firsendan be û demê dirêj bike dibe ku metirsiyên mezin derkevin holê.
Tevgera Azadiyê û gelê kurd di pêvajoya aştiyê de samimî ne. Çimkî ên ku herî zêde sude ji aştiyê wergirin gelê Kurd in. Lewra jî bê tereddut gavên pêwîst avêtin. Eger ev pêvajo bigihîje encamê ew ê gelê kurd, hemû gel û baweriyên Tirkiyeyê bi ser bikevin.
Lê heke desthilatdarî jî bi heman zanebûnê tevnegere û bi pêvajoyê re, bi demê re bileyize rewş xeternak e. Divê statuya Birêz Ocalan bi zagonan ve were diyarkirin, şert û mercên muzakerareyê were sazkirin û zagonên demokratîk ên tevlîbûn û entegrerasyonê werin derxistin. Encax bi vî rengî dikare Sewra duyemîn beralî bibe, şerê pêncî salan bi dawî bibe û azadî û biratiya gelan pêk were.


